SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ / ROJNEWS

Derhênerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, Beşdar Hejar li ser jiyana şoreşa Rojavayê Kurdistan û kesayetên di nava şoreşa Rojava de filmek çêkir. Derhênerê Kurd got, wî di dema şerê Kobanê de berê xwe da Rojava û bû şahidê berxwedana şervanên Kurd. Derhêner Beşdar Hejar diyar kir ku ya herî balkêş di nava şervanan de insanetî û dostanî bû. Wî Kobanê weke xwişka Şengal û Helebce bi nav kir û got, “Parastin û berxwedana her 3 cihan wek sembola berxwedana Kurd û neteweya Kurdan e.”

Derhênerê Kurd Beşdar Hejar, demekê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û di wê demê çend rojan li gel Şehîd Mûsa dimîne. Derhênerê Kurd çîroka xwe ya di dema serdana Rojava û dîtina şehîd Mûsa Qenas de kir film. Navê filmê xwe jî kir ‘Mûsa li Kobanê’.

Beşdar Hejar sala 2014’an diçe Kobanê û şahidiyê ji berxwedana Kobanê dike. Hejar nêzîkî mehekê ji nêz ve berxwedana şervanan dibîne, li ser vê yekê Hejar filmeke bi navê ‘Mûsa li Kobanê’ çêdike.

Derhênerek li Kobanêya wêrankirî

Beşdar Hejar dema ku şoreşa Rojava destpêkirî, ji çapemenî û saziyên ragihandinê dîmen û wêneyên berxwedanê dibîne. Piştî vê yekê, biryar dide ku berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê. Gelek sedemên wî yên serdana Rojava hebûn, sedemeke herî girîng jî dîtina şehîd Mûsa Qenas bû.

Hejar beriya ku biçe Rojava, di kanalên televziyonê de wêneyê wêranbûnê yê Kobanê dîtine. Lê piştî ku bi xwe diçe û Kobanê dibîne, reng û dîmen cûdatir bûne. Bajarê Kobanê bajarekî wêranbûyî ye, lê çavê hemû cihanê li serê ne. Hejar ha hingê diçe Kobanê.

Ji bo Mûsa bibînim

Beşdar li ser armanca xwe ya çûna Kobanê dibêje; “Armanca min ya serdanê ne tenê dîtina Koban û kêşan kurte filmek bû. Dema ku ez gihiştim nava Kobanê, navenda bajêr hatibû rizgar kirin. Heta dema ku min Mûsa dît, min li nava Kobanê, kolan bi kolan wêne û dîmen digirtin. Min dixwest ez biçim Kobanê û kolan bi kolan bigerim. Min dixwest ez biçim Kobanê û Mûsa bibînim. Çîroka Mûsa ji bo min cudatir bû, min gelek hewl da ez wî bibînim. Piştî 25 rojan, rojekê ez li navenda Çand û Huner rûniştîbûm.

Ev cihê ez dibêjim hemû wêran bûyî bû, min ji dûr ve Mûsa dît û min ji hevalê xwe re got, ev Mûsa ye, lê hevalê min got, ew ne Mûsa ye. Piştî ku nêzîk bû, ew Musa bû. Mûsa ciwan û bi cilên leşkerî pêçayî bû. Dema ku nêzîk bû, ez çûm û min ew ramûsand. Min jê re got, ez bi qaçexî derbasî Rojava bûme ji bo ku ez te bibînim.”

Derhêner Hejar ji bilî Mûsa balê dikişîne ser şervanên din û dibêje; “Dema ku ez li wê derê bûm, min ti ferqek di aliyê fikir û perwerdeyê de, di navbera şervanên jin û mêr de nedît. Ya ku herî balkêş ji aliyê me û çavdêrên navneteweyî ve, beşdariya şervanên YPJ’ê di nava şer de bû.

Şerê ku şervanên jin li Kobanê kirî, wêneyekî nû bû ji bo cihanê. Hemû tiştên Kobanê û Rojava balkêş bû. Ya herî balkêş jiyana hevbeş, insanetî û dostanî bû. Ev yek di nava şervanan de gelekî bi hêz bû. Kobanê weke xwişka Helebce û Şengalê ye. Parastin û berxwedana her 3 cihan wek sembola berxwedana Kurd û neteweya Kurdan e.”