Aydin Orak ev 6 sal in jiyana rewşenbîrê kurd Apê Mûsa weke piyesê li ser dikê bi gewde dike; Orak derhîneriya  fîlmê "Musayê Bêasa dike. Fîlm 3´yê Cotmehê li sînemayan tê nîşandan.

Orak li ser filma xwe weha peyivî: “Nîşandana fîlmê û Cejna Qurbanê di heman demê de ne û ev jî ji bo me tiştekî balkêş e. Ez hêvî dikim ku mirov li fîlmê temaşe bikin û fîlm li ser wan bandorekê bike, ev ji bo min girîng e. Ji bo ku mirov bi erdnîgariya kurdan, karakter û zimanê kurdan re rû bi rû bibe, bi ya min dive mirov li vê fîlmê temaşe bike. Dema fîlm tê temaşekirin jî divê mirov zanibin ku li qada sînemayê çîrokgotin ne bi tenê bi awayekî ye. Bi şêwazên cuda çîrok tên gotin û divê bi vê bîreweriyê mirov li fîlmê temaşe bikin.”

´Anter di janê de dikenî mirov dikenandin´

Derhêner Orak bi bîr xist ku fîlma wî û ya hunermendê tirk Cem Yilmaz a bi navê “Di Demeke Nêz De” wê di heman rojê de li  sînemayan de bên nîşandan û ew nizane ka wê encameke çawa çêbibe. Orak wiha axivî: “der barê fîlmê û vîzyonê de helbet hêviyên me hene. Em dixwazin mirov temaşe bikin.Ya ewil, ji Mûsa Anter gelekî dihat hezkirin. Hema bi tenê ji bo vê be jî, li gorî min mirov wê eleqeyekê nîşanî fîlmê bidin. Cejna Qurbanê û navê Mûsa Anter ji bo me tiştên êrênî ne. Lê encam dê çawa bibe ez nizanim. Fîlma Cem Yilmaz a bi navê “Di Demeke Nêz De” jî wê di heman rojê de di sînemayan de bê nîşandan. Ez nizanim ka wê encameke çawa çêbibe."
Orak got, ya rastî Mûsa Anter mirovekî wisa jîr bû ku di nav rewşên zor û zehmet de jî dikeniya û komedî dikir û Cem Yilmaz jî heman karî dike. Cihîtiya Apê Mûsa jî, OPrak weha derdixe pêş: "lê Mûsa Anter ji tiştên polîtîk, bêhiqûqî û qedexeyan li gorî kesayetiya xwe henek çêdikirin. Dadgehên ku li wan dihate mehkemekirin vediguherandin şanoyê û bi mînakên ku didan hakim didan kenandin. Ya rastî, bi saya mînakên ku bi ken didan rexneyên polîtîk dikirin.”

Film zor e Temaşevan divê aktîf bin

Orak ji hêla cureyî ve filma xwe weke  zor bi nav kir û got, dema ku mirov li fîlmê temaşe dikin divê hinekî aktîf û haydar bin û wiha peyivî: “Temaşevan divê zanibin ku ev fîlm fîlmeke hêsan nîne û zû nayê fêmkirin. Di vê fîlmê de temaşevan ne pasîf e, aktîf e. Heke temaşevan bibêje ku ez dixwazim pasîf bibim, nikare li fîlmê baş serwext bibe û lê temaşe bike. Ev fîlm ne bi tenê tê temaşekirin, di heman demê de tê xwendin jî. Sînema jî wisa ne, bi tenê nayên temaşekirin, tê xwendin jî.”

ENQERE