Li Mêrdînê oldarên ji baweriyên cuda ne, li dijî êrîşên çeteyan nerazîbûn nîşan dan. Oldaran anî ziman ku çeteyên DAIŞ‘ê di bin navê îslamê de li dijî ol derdekivin, quran nexwendine heke xwendibin jî ayetên quranê fêm nekirine. Şukru Erdogan ê di bin banê Serokatiya Karên Diyanetê de dixebite diyar kir çeteyên DAIŞ’ê xwe dixin şûna xwedê û wiha berdewam kir: “Rêxistinên El-Nusra, Hîzbul-kontra yek ji ayetên quranê jî fêm nekirine yan jî tu pirtûkên pîroz nexwendine.” Erdogan sureya Taha ya quranê ku dibêje ku xwedê fermanê dide, ji bo gelên mazlum têkoşîn bê dayîn bi bîr xist û wiha axivî: “Îslamiyetê li dijî Nemrud û Firavunan helwest nîşan daye. DAIŞ jî wekî hîzbullahê îslamê dike amurê kapîtalizm û dewletê.”

Dewletên hevkarî dikin hene

Erdogan da zanîn yên li ser navê misilmaniyê siyasetê dikin li gelek welatan terorê dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke îro têkîliya DAIŞ‘ê bi dewletan re neba, nedakirîn evqas pasaportan bigirin û êrîşî gelê Kobanê bikin. Li Rojhilata Navîn rêxistinên tarî li dijî kurdan dîsa şer dikin.” Erdogan bilêv kir ku li cografayaya Kurdistanê li dijî yên dibêjin li ber navê “cihadê” şer dikin di salên 90’an de kurdan tiştên ku hatine jiyin hê jî di hefizeya wan de zindî ye. Erdogan wiha got: “Ciwanên me yên li Kobanê şer dikin Mûsayên sedsala dawî ne. Heke hêzên YPG û YPJ’ê neba tu kesan nedikarî van hovan rawestînin.”

‘Ol, xwedê û hezkirin e’

Keşeyê Dêra Kiriklarê Gabriel Akyuz jî diyar kir ku ol ji bo ku mirovan bikin dijminê hevdu na, berovajî vê yekê ji bo ku mirov nêzî hev bin û jiyaneke bi hevre bidomînin heye û wiha got: “Ol, hezkirin û xwedê ye. Yên ku xwedê hez dikin dê zirarê nede mirovan.” Akyuz anî ziman ku ew ji bo kesên ku ji bo berjewendiyên xwe ol îstîsmar dike xemgîn dibe û wiha berdewam kir: “Divê em li dijî yên ku ol îstîsmar dikin nerazîbûnê nîşan bidin. Ji bo mirovan lihev bîne ye. DAIŞ ola îslamê îstîsmar dike. Li Filistin û Îsrailê rêxistinên bi vî rengî hene. Li vir ol dikin mertal û mirovan dikujin. DAIŞ jî heman tiştî dike. Ji bo ku mîlîs û mirovan kom bikin ol îstîsmar dikin.”

Li dijî DAIŞ´ê rabin

Akyuz anî ziman ku tu doza DAIŞ‘ê ya îslamê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirovan bi awayeke zindî çal dikin û seriyan jê dikin. Ola îslamê wekî çekekî bi kar tînin. Divê cihana îslamî li dijî vê yekê nerazîbûnê nîşan bide. Çima îslam bê îstîsmarkirin.”

DIHA/MÊRDÎN