Muslim destnîşan kir ku bi mabesta bihêzkirina hêviya aştiyê, rawekirina trajediya li Sûriyeyê û Rojava wî ev name amade kiriye û banga berpirsiyariyê ya li beramberî trajediya mirovahî ya tê jiyîn kir.

Muslim bibîr xist ku gelê Kurd li dij rejîma Baas û DAIŞ a ji aliyê hin dewletan ve tê destek kirin bi êrîşan re rû bi rû ye û mafê xwe yê parastinê bikar tîne. Muslim her wiha diyarkir ku ew hewldanên xwe ên avakirina modeleke rêveberiyê ya demokratîk li Rojava jî didomînin û Kurd alîgirin ku di nava yekîtiya Sûriyeyê de modeleke ku hemû netew, bawerî û reng karibin xwe îfade bikin were sazkirin. Muslim têkildarî vê yekê rawe kir ku bi heman têgihiştinê li Rojava bi beşdariya Kurd, Asûrî, Ermenî, Ereb û Tirkmenan modela herî pêşketî Xweseriya Demokratîk dixin pratîkê û kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê jî mîna mînakên vê modelê nîşan dan.

Piştgirî ne hat nîşandan

Hevserokên PYD’ê Salih Muslim bal kişand ku gelê Rojava tevî ku pîvanên aştiyane û jiyana bi hev re dipejirîne jî bi tenê hatiye hiştin û bi ambargoyan re rû bi rû maye û wiha got: “Mixabin em tim bi tenê man. Saziyên navenetwî alîkariya mirovî û siyasî ya ku em li bendê bûn ne dan me.”
Muslim diyarkir ku di van rojan de li herêmê pirsgirêkên mezintir hene û wiha berdewam kir: “Niha em bi pêla koçberiyê ya giran re rû bi rû ne. Kurdên Şengalê, Turmenên Tel Afar’ê, Asuriyên Karakoşê bûn hedefa rêxistina hov a xwe mîna, “Dewleta Îslamî” binav dikin. Ji be ku ne xwedî hêza xweser bûn, berxwedêrên me YPG û YPJ bi alîkariya wan ve çûn û dused hezar Kurdên Êzîdî û bi hezaran Turkmen ji tevkujiyê bi korîdora ava kirin gihandin Rojava. Tevî êrîşên tund, dayina bi dehan şehîdan jî hêzên me mirovên ku xwe spartibûn Çiyayê Şengalê rizgar kirin û anîn Rojava. Dibe ku Rojava di nexşeyê de biçûk xuya bike ev yek ji bo me ne gelekî girîng e. Heger êrîşên hovane yên DAIŞê tune bin beyî daxwazkirina alîkariyê em dikarin bi berhemên axa welahê xwe ya bi bereket pêwistiyên xwe pêşwazî bikin. Bi navê mirovahiyê em di nava têkoşîneke mirin û mayinê de ne. Heger em tev li vir bimirin, hûnê li wir çawa bahwer bikin ku hun dijîn?”

Bêdengiya we hêzê dide hovan

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di nameya xwe de bang li saziyên pêwendîdar kir û got, “her ku hûn bêdengin li herêmê barbarî, hovîtî bêhtir belav dibe, bihêz dibe” û wiha berdewam kir: “Di dema ku hûn guftûgoyê dikin ka alîkariyê bidin koçberan an na, li vir mirov tên serjêkirin. Di rewşa ku hûn qala sînorê Iraq û Suriyê dikin û bi tirs tevdigerin de DAIŞ van sînoran derbas dike û mirovan qetil dike. Her ku hûn bêdeng dimînin, mirovî tê qetilkirin. Em nabihîzin ka hûn li New York, Cenevre, Bruksel, London, Berlîn, Parîs û Stenobê  çi diaxifin. Gelo hûn çi diaixfin? Em qemgînî, fikar û niyeta we ya kirina hin tiştan dibihîzin lê ev têrê nake.”
 
Rastiya ku li ser nexşeyên tuneye

Muslim destnîşan kir ku tevî bêstatu û jinedîtîve hatine hin hêzan jî rastiya Rojava êdî nema dikare were înkar kirin û Rojava mîna “Ronahiya hêviya Rojhilata Navîn” binav kir û nameya xwe bi vê bangê qedand: “Parlementerê Alman Jan van Akan ku serê salê hatibû Rojava ji bo vir gotina, “Ronahiya Hêviya Rojhilata Navîn” bikar anî. Ji bo tiştê ku me li vir afirandine û avakirina navlêkirineke pir xweş û dicî de bû. Heger hûn dixwazin hêvî bidome û alîkariyê bi mirovan re bikin; em bawerin ku hûn dixwazin divê bê tirs, beyî ku di nava brokrasiyê de bifetisînin, bi girtina berpirsiyariyê fermo werin em alîkariyê bi koçberan re bikin. Sînorên li dora me hatina avakirin ji bo me tu wateyê îfade nakin. Ji ber ku êrîşên li dij mirovên vê axê sînorê mirovbûnê derbas kirin. Lewra em jî li bendê ne ku hûn ji vê rewşê berpirsiyariyê derxin û alîkariyê bigihînin herêmê. Li ser navê gelên li kantonên Rojava dijîn Hevserokê PYD’ê Salih Muhemed Muslim. 01.09.2014-Qamişlo”

NAVENDA NÛÇEYAN