Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku li Başûrê Kurdistanê pêwendiyan datîne, bi nûnerên  Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK), Partiya Çep a Kurd li Suriyê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Suriyê re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinên ku li avahiya nûnertiya TEV-DEM’ê pêk hatin de nûnerê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso û Nûnera Rêxistina Yekîtiya Star a Iraqê û Başûrê Kurdistanê Nûjîn Yûsif jî amade bûn.

Di hevdîtinan de li ser rewşa Suriyê û Rojava, êrîşên li ser herêmên Rojava û kolandina xendekên liser sînor, têkiliyên di navbera hêzên Kurdan de hatin gotûbêjkirin. Di axaftinan de hate gotin pêwîste Kurd yekîtiya xwe xurt bikin.

Nûnerên PÇDK’ê di hevdîtinê de piştgiriya xwe ya ji bo Rojava dubare kir û polîtîkayên PDK’ê şermezar kirin. 


Li penaberan guhdar kir

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) Salih Muslim di çarçoveya hevdîtinê ku li Başûrê Kurdistanê pêk tîne de duh li bajarê Silêmaniyê pêşwaziya Fermandarê ewlekariya kampa Erbet a penaberên Kurd a girêdayî bajarê Silêmaniyê Melle Mihemed û gelek penaberan kir. Di hevdîtinê de herdu aliyan derbarê rewşa Rojava û penaberên li herêma Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin. Muslim di hevdîtinê de got ku welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistan ji ber ku ew li ser xaka xwe û di nava gelê xwe de ne, ne mêvan in.

Muslim diyar kir ku hemû kiriyarên durûtî bi welatiyan re tên kirin, şaştiyeke mezin e û li dijî xeta netewî û mirovahiyê ye. Muslim derbarê rewşa Rojava  axivî. Piştre  da zanîn ku ev êrîşên li ser Rojava ji  bo şkenandina vîna gelê Kurd e

Muslim ji penaberan re axivî û got: “Her kesekî ji Rojava koçber bûye sedemeke wî heye, Dibe ku hemû hêz û aliyên siyasî ji vê yekê û peydakirina jiyaneke bi rûmet û baş re berpirsiyar bin. Ev yek jî nayê wateya ku hûn nikarin piştgiriya Rojava bikin, divê  hûn erkên li ser milê xwe pêk bînin.” Muslim di berdewama axaftina xwe de Melle Mihemed û têkoşîna wî ji bo parastina penaberan re silav kir. Li aliyê din Melle Mihemed spasiya Mulim kir û got ku hemû welatiyên Rojava birayên wî ne û ew ê bi hemû hêza xwe ji  bo parastina wan têbikoşe. Melle Mihemed ji Muslim xwest ku serdana Navenda wan bike.

Di dawiya hevdîtinê de penabera derbarê pirsgirêkên ku rastî wan tên bi Muslim re gotûbêj kirin.