
Muslim ragihand ku hin partiyên biçûk ên Rojavayê Kurdistanê yên di bin bandora PDK'ê de heta roja îro timî reviyane û bi taybetî bal kişand ser helwesta Azadî, Yekitî û El Partî yên di bin sîwanê ENKS'ê de rêxistinbûyîneke bi navê Yekitiya Siyasî ava kirin. Muslim diyar kir ku ew li bendê ne partiyên di bin sîwana ENKS'ê de bibin hevparekî ji Rêveberiya Xweseriya Kurdistanê û got, "Em hêvîdarin ku dê partiyên di bin bandora PDK'ê de ne, vegerin."
Muslim da xuyakirin ku Konferansa Navneteweyî ya di meha Çileyê de li Cenevreyê der heqê Sûriyeyê de bê kirin ji bo Kurdan gelekî girîng e û destnîşan kir ku ji bo temsîlkariyeke xurt a Kurdan a di civîna Cenevre de û ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind a Kurd çi ji destê wan tê, ewê dikin. Muslim ji bo Desteya Bilind got, "Timî hewl dan asteng bikin. Emê hewl bidin ji nû ve zindî bikin" û destnîşan kir ku ewê di civîna Cenevreyê de hebûna Kurdan biparêzin.
BRUKSEL