Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD´ê Salih Mûslim jî tevlî semînerê bû.
Navenda Çand û Hunera Kurdî ya Viyenayê  li ser pêşketinên ku li Rojava bi gîştî û bi taybet Kobanê çêdibin semînerek da. Di semînerê de endamên rêxistin û partiyên siyasî yên li Awisturyayê, kesayetên biyanî û bi dehan Kurdistaniyên li Awuryayê dijîn  amade bûn.
Semînerê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê PYD Salih Muslim li ser pêşketinên ku li Rojava çêdibin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê axivî. Her wiha Muslim li ser pêşketinên li Kobanê çêdibin û berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel bi hevkariya hin tugeyên Artêşa Azad li hember çeteyên DAIŞ’ê nîşandibin axivî û got ku YPG li hemû eniyên Kobanê pêşdikeve û derbeyên giran li çeteyan dixe.
Di dawiya axaftina xwe de Muslim balkişand ser berxwedana gerîla û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku li hember çetyan li Şengalê li ber xwe didin.

Semîner bi bersevdayîna Muslim ji pirsên rojnemevanan derbarê rewşa Rojava de bi dawî bû.

VIYANA