Hevserokê PYD’ê di civîna bi mabatên tekoşeran re got: “Zarokên we zordariya li dijî gelê me qebûl nekir. Ji bo parastina vê axê û destkefiyên gel û avakirina welatekî azad xwîna xwe feda kirin. Ji ber ku niha ez li bajarê şehîdan û li cem malbatên şehîdan im, pir serfiraz im.”
´Berxwedanê tesîr li seranserê dinyayê kir´
Muslim axaftina xwe weha domand: “Bi saya şehîdên me û qehremantiya wan em di roja îroyîn de li ser vê axê ne û di nava xelkên xwe de ne. Li her buhisteke xaka Kurdistanê şehîd hene, ew rêberê me yên manewî ne.”
Muslim di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana dîrokî ya Kobanê û Rojavayê Kurdistanê û diyar kir bandora vê berxwedana li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê heye, vê berxwedanê zordarî li ser gelan rakir û ev berxwedana vîna li hemberî xerabiyê ye.
´Divê em beşdarî xizmetguzariyê bibin´
Di dawiya axaftina xwe Hevserokê Partiya Yekîtkiya Demokratîk Salih Muslim got: “Piştî ewqas qurbanî, divê welatiyên me beşdarî xebatên xizmetguzariyê bibin, divê têkiliyên hezkirin û vejandina aştiyê di navbera xwe de xurt bikin. Divê em hemû pirsgirêkên tên pêşiya me li pişt xwe bihêlin, pêvajoya em têre derbas dibin ji me dixwaze ku bêhtir sebra xwe li hemberî terorê xurt be da ku em karibin aramiyê vegerînin herêma xwe.”
Paşê malbatên têkoşeranli ser rewşa xwe û daxwazên xwe peyivîn û ji bo xizmetguzariyê pêşniyazên xwe kirin.
KOBANÊ