Muslim: Şoreşekê dîrokî ye
Muslim bi kurtasî behsa şerê navxweyî yê li Sûriyê ku di sala 2011’an de destpê kir û dîroka şoreşa Rojava kir û got, “Em bi çavgirtî ber bi şoreşê ve nemeşiyan. Me bi hêz dest bi şoreşê kir. Dema me dest bi şoreşê kir, me ji ezmûnên Şêx Seîd, Seyid Riza, Barzanî, Dr. Qasimlo û Serok Apo sûd wergirtin.” Hevserokê PYD’ê Muslim diyar kir ku ji sala 2004’an û pê ve rejîma Sûriyê zext û îşkenceyên giran li wan kiriye û got, “Şoreşa li Rojava tê jiyîn şoreşeke dîrokî ye. Me mafê parastina rewa ji xwe re esas girt, me hemû komên etnîkî û dînî yên li Rojava parastin. Me saziyên xwe yên sivîl ava kirin û bi hemû pêkhateyan re Meclîsa Gel a Rojava damezrandin. Ji bilî çend bajaran, hemû herêm di destê me de ye. Ji ber ku em bi fikar in bi destê hin hêzan şerê Kurd-Ereb were derxistin, em vê gavê dest nadin ser rêveberiya van bajaran.”
Hêzên desthilatdar jî wenda kirin
Muslîm, bak kişand ser serketina YPG ya li Til Koçer jî û diyar kir ku rizgarkirina Til Koçer ji bo şikandina ambargo û zextên li dijî Rojava wê alternatîfek bi xwe re bîne û dikare firsendên nû biafirîne. Muslîm got “Li Til Koçerê bi tenê çete têk neçûn, di heman demê de hêzên li pişt wan jî derbên mezin xwarin. Rojava ev 6 meh in di nava dorpêçiyeke mezin de ye, bi deriyê nû re êdî emê vê dorpêçiyê bişkînin.” Muslim diyar kir ku di serketina Til Koçerê de di serî de êşîra Şamar, gelên bajêr jî piştgiriyeke mezin dane û got, “Ev serketin serkatina hemû gelên li Rojava ye.” Hevserokê PYD da zanîn ku piştî bidestxistina Til Koçerê wê YPG di demeke kurt de rêveberiya bajêr dewrî Meclîsa Gel a were sazkirin bike. Muslîm da zanîn ku ji niha û pê de jî dibe ku hêzên li dijî vê serketine û şoreşa li Rojava bikevin nav hewldanan de hebin, lê li van êrîşan weke berê vê ji niha û pê ve têbikoşin. Muslim got: “Niha jî em li hemberî çeteyên ku îdîa dikin ku ji bo cîhadê şer dikin, têdkoşin. Lê em baş dizanin ku evana maşik in. Ji derbeya ku DYE û hêzên rojava di nava 10 salan de li Efganîstanê li El Qaîdeyê xist, me gelekî jê zêdetir di nava salekê de lê xist. Ti hêz nikare pêşî li mafê azadiyê û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bigire.”
Gelê hêzê dide
Muslim ragihand ku ji bilî Kurdan wan ji kesî ti alîkarî nestendiye û got, “Derman û xwarina li her çar perçeyên Kurdistanê Kurdan bi derfetên xwe kom kirin, bi mehan li deriyên sînor hatin rawestandin. Zivistana bihurî gelê Rojava di nava şert û mercên gelekî giran de derbas kir. Kamyonek dermanan ji bo ji Başûrê Kurdistanê were derbaskirin, carna 10 rojan carna jî mehekê em mijûl dibûn. Rêveberiya Başûr jî mîna sedeqeyê bide ji bilî çend tanker sotemeniyê ti alîkarî neda, me ev ji bîr nekirin.”
Kes nikare asteng bike
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim der barê astengkirina çûyîna wî ya Başûrê Kurdistanê de jî diyarkirin ku ti helwest û tehdît nikarin pêşî li xebatên wan bigirin û ewê di her şert û mercî de têkoşîna xwe bê navber bimeşînin. Muslim ev agahî da: “Dema li Hewlêrê bûm ji min re gotin ku di çûyîn û hatina Rojava de ti pirsgirêk nîne. Ez jî li ser vê yekê, ji bo serdanên sersaxiyê yê ji bo kurê min Şervan pêşwazî bikim, çûm Rojava. Lê belê di vegerê de pêşî li min girtin, çend rojan li ber deriyê sînor sekinîm. Dizanim ku ev astengî yekser di civîna navenda PDK’ê de hatiye wergirtin. Di ser de jî gotin ji ser Enqere, Şam, Tehran û Bexdayê derbas bibe. Lê belê min biya wan nekir. Ez bi vîna cewherî ya gelê Kurd bi hêza gelê Kurd derketim derveyî welat.”
Cenewre nabe Lozan
Muslim der barê amadekariya Konferansa Cenewre´yê ku tê plankirin di meha Mijdarê de pêk were jî agahî da. Muslîm anî ziman ku hêzên navneteweyî wê li Cenevre ji bo çareseriya krîza Sûriyê konferansê lidar bixin û beşdariya Kurdan gelekî girîng e. Muslim got ev konferans ji bo diyaloga çareseriyê gava yekem e û got, “Kurd li eniyan têk neçûne, timî li dora masê winda kirine. Li Lozanê jî weha bû. Lê belê vê carê wê bi vî rengî nebe, bila kes bi me re bazariyê neke, emê destûrê nedin Cenevre bibe Lozan. Di vî warî de em hemû amadekariyên xwe dikin.” Muslîm da zanîn ku piştî têkoşîna bê hempa ya li Rojavayê Kurdistanê hatiye meşandin ne mimkun e ku Kurd ji azadiyê paş ve gav biavêjin û diyar kir ku divê di çarçoveya Suriyeke demokratîk û biratiya gelên li Suriyê de mafên gelê Kurd, hebûna gelê Kurd were naskirin û daxwazên gelê Kurd were qebûlkirin. Beyî vê ne mimkun e.
Panêla ku rastî pêwendiyeke mezin hat, bi bersvidayîna pirsan bi dawî bû.
ANF/BERLÎN