Weşandina kovara Hawar di 1943'an de tê rawestandin. Piştî derketina Sûrî û Lubnanê ji bin desthilata koloniyalîzma Fransî, êdî serdarên Ereb, heya ji wan tê, rê nadin weşanên Kurdî. Kovara Ronahî jî ku li Beyrûtê dihate weşandin, tê rawestandin. Piştî wefat kirina Mîr Celadet Bedirxan di qezayeke bêbext de, xebatên Bedirxaniyan yên çandî û siyasî li Sûrî bi dawî dibin. Kamuran Bedirxan diçe Fransayê û xebata xwe li wir berdewam dike.
Di 1946'an de li Rojhilatê Kurdistanê Komara Mahabadê tê avakirin, ku ew herêm wê hîngê di bin kontrola Leşkerê Sor de bû. Ev bûyera dîrokî berê pir Kurdan ber bi Sovyetan ve difitilîne. Mixabin piştî 11 mehan komar ji aliyê rêjîma Îranê ve tê hilweşandin û rêveberên wê tên bidarvekirin. Piştî vê bûyera xemgîn, di sala 1949'an de niwênerên herçar beşên Kurdistanê li Çiyayê Dalanper li hev dicivin û bi hev re Peymana Sêsînor îmze dikin. Ji ber Rojavayê Kurdistanê, bi navê tevgera Xoybûn kesekî ji mala Cemîl Paşa amade dibe. Li gor vê peymanê divê Kurdên her çar beşên Kurdistanê alîkariya hev bikin, heya ku her çar beş rizgar bibin.
Hawar û Cegerxwîn
Di Hawarê de hin helbestên Seyda Cegerxwîn hatine weşandin. Lê belê, rola Cegerxwîn di Hawarê de ne roleka diyar û bi bandor e. Lê di 1945'an de Dîwana Yekan ya Seyda Cegerxwîn tê weşandin û di 1948'an da romana wî ya evîndarî "Cîm û Gulperî" tê weşandin. Di 1954'an da dîwana wî ya duwem "Sewra Azadî" li Şamê tê weşandin û her wisa piştî demeka kurt romana wî ya li ser zordariya çînayetî "Reşoyê Darê" tê weşandin. Ev pirtûkên Cegerxwîn, bi taybetî jî "Sewra Azadî" û "Reşoyê Darê" di nav gel da li Rojavayê Kurdistanê bandoreka mezin li rewşa siyasî û çandî dikin. Gelo çima?
Hê di sala 1928'an de li Sûriyeyê partiyeka komûnîst hate damezirandin, lê ew heya 1953'an di çarçoveyeke teng de ma. Di 1945'an de Partiya Baas jî hate damez,randin. Helbet, piştî şerê cîhanê yê duwem, dem dema tevgerên neteweyî bû û dema tevgera komûnîstî ya înternasyonal bû. Di jiyana siyasî ya Sûriyayê de ev her du partî di nav gel de roj bi roj xurt dibûn û partiyên kilasîk wek Partiya Gel û Partiya Niştîmanî bê bandor dibûn. Ji ber ku Partiya Baas Erebî-netewperest e, pir Kurdan şansa xwe di Partiya Komûnîst de didîtin; bi hêviya ku heger ew bibe desthilatdar, ewê mafên xwe yên neteweyî bistînin, wisa pir kes bûn endamên vê partiyê; yek ji wan jî Seyda Cegerxwîn bû.
Roleke sereke dilîst
Ji sala 1954'an heya destpêka 1958'an azadiyeka siyasî demokratîk li Sûriyayê peyda bûbû; endamên parlamentoyê bi awayekî demokratîk ji aliyê gel ve dihatin hilbijartin. Serokê Partiya Komûnîst û serokê Partiya Bass a Sosyalîst jî di parlamentoyê de cîh girtin.
Rola Cegerxwîn di nav cemawerê Kurd de dibû roleka sereke. Ne tenha li herêma Cizîrê, ew dihate Helebê û diçû Şamê jî û xwendekar, karker û cotkarên Kurd di vê partiyê de organîze dikirin. Da ku ev partî di nav cemawerên Kurd de xurt bibe, endamên wê li herêmên Kurdî di xelekên xwe yên rêxistinî de pirtûkên Seyda Cegerxwîn belav dikirin, helbest û romanên wî ji gel re dixwendin. Helbet ev tişt li xweşiya gel diçû û wisa vê partiyê di nav Kurdan de şax berdida. Hê jî bi ser de, serokê Partiya Komûnîst jî Kurdekî bajarê Şamê bû. Ev jî dibû sedem ku Kurd bawer bikin, ya herî baş ew e ku ew xwe bidin aliyê vê partiyê. Helbestên Cegerxwîn, bi taybetî jî yên di "Sewra Azadî" de û romana wî "Reşoyê Darê" bi temamî di şopa komûnîzmê ya înternasiyonal de bûn.
Di helbestên wî de înternasyonalî
Helbestên seyda yên wek "Pîra Torê", "Aferî Qazî Mihemed Aferî", "Kurdistan" û gelekên din ji bo hestên Kurdan yên neteweyî mîna rûn û nivîşk bûn; û helbestên wek "Diyan Biyan Fû", "Ey Heval Pol Robson", "Xortno Herin Mehrecan" û gelekên din, ji bo hestên navneteweyî (înternasyonal) pir bi bandor bûn. Di wê demê de Dewleta Tirkiyê ji vê rewşa li Sûrî gelek tirsiya ku bi rêya Kurdan komûnîzim ji Sûrî derbasî Tirkiyê bibe. Dewleta Tirk sînorê li gel Sûrî bi têla elektrîk û mayînên binerd kîp kir, da ku ti kes derbas Bakur nebe. Heya niha jî ev mayîn dibin sedema kuştina pir kesan.
Têkilî bi Partiya Komunîste re radiweste
Partiya Baas tirsiya ku Partiya Komûnîst li Sûrî bibe desthilatdar. Rabû doza yekîtiya Sûrî li gel Misirê kir û wisa di 22.02.1958'an de Sûrî û Misir bûn yek dewlet. Piştî demeka kurt serokê Misirê Cemal Ebdul Nasir demokratiya parlamenter ji holê rakir, hemû partî qedexe kir; di nav wan da Partiya Baas jî hebû. Di wê demê de li Sûrî 20 hezar kes ketin zîndanan, piraniya wan komûnîst bûn, helbet pir Kurd jî, û Seyda Cegerxwîn jî di nav de.
Lê belê, hê berî yekîtiya Sûrî û Misirê, hin Kurdên ku bûbûn endamên Partiya Komûnîst (Seyda Cegerxwîn jî di nav de) gihîştibûn wê baweriyê ku hesabê malê û sûkê li hev nayê; ew ji Partiya Komûnîst dilsar bûbûn û çalakiyên xwe di nav rêzên wê de rawestandibûn. Li hêla din ve, hin kesayetiyên ji "Komika Hawarê" wek Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza li gel hin kesayetiyên ji herêma Cizîrê wek Abdulhemîd Derwîş, Hemze Newêran û kesên din dixwestin partiyeka Kurdistanî ji bo rizgarkirin û yekîtiya Kurdistanê ava bikin. Ev komika ji Cizîrê û Şamê dibihîse ku li Helebê jî komikeka ku ji Partiya Komûnîst veqetiyaye dixwaze partiyeka Kurdî ava bike. Wisa her du komik digihînin hev û bi hev re Partî Dêmokratî Kurd li Sûriyeyê ava dikin. Lê belê Seyda Cegerxwîn ne di nav van komikan de ye. Ew pir dereng dibe endamê baskê rastgir.
Endaman diçin Bakurê Kurdistanê
Ev partiya Kurdî dest bi xebatê dike, endaman pir dike û karên xwe bi pêş dixe. Yek ji wan karan ew e ku çend endam diherin Bakurê Kurdistanê ji bo du armancan: 1) Peywendiyan lidar bixin ku bingehek li Bakur jî pêk were û li wir jî partiyeka Kurdî bê avakirin. 2) Ji ber ku Dewleta Tirk hemû pirtûk û berhemên ku peywendiya xwe bi doza gelê Kurd re hene dide wendakirin û têk dibe, bila ev kes hewl bidin ji koşk û hucreyên xoce, mela û kesên din van pirtûkan rizgar bikin. Bi rastî jî beşekî mezin ji pirtûkan digihînin Başûrê Kurdistanê û hinek pirtûk jî li Rojava, bi sedema bûyerekê, mixabin ku têne şewitandin.
Di salên dema yekîtiya Sûrî û Misirê de û salên piştî wê re jî endamên rêveberiya Partî Demokratî Kurd pir caran têne binçavkirin û êşkence kirin. Hinek ji wan nikarin li ber xwe bidin û hinek jî - wek Osman Sebrî, bi qehremanî li ber xwe didin. Di warê çandî û zimanî de, ev partî bi gelemperî hemû belavok û daxuyaniyên xwe bi zimanê erebî diweşîne.
Xetê siyasî dibe du parçe
Di Îlona 1961'an de şoreşa Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Bi berdewamiya şoreşê re berê Kurdên Rojava êdî bêhtir ber bi Başûr va difitile û êdî di nav cemawerên gel de xebat bi hêrzana ji tevger Başûr tê meşandin. Ji lewra, gava di sala 1964/65'an da li Başûr dubendî pêk tê, li Rojava jî dubendî derdikeve meydanê. Helwesta hin endamên rêveber di zîndanan de û dubendiya li Başûr dibin sedem ku li Rojava jî dubendî pêk were. Baskê rastgir bi rêveberiya Ebdulhamîd Derwîş xwe dide aliyê Mam Celal û baskê çepgir bi rêveberiya Osman Sebrî xwe da aliyê Barzanî. Piştî têkçûna tevgera Başûr di 1975'an de û di pey re, di bin bandora tevgera Başûr de, her ku diçe ev bask pir caran têne perçekirin ku îro hejmara wan gihîştiyê behtirî 15'an. Xebata van hemû partî û rêxistinan di warê çandî û zimanî de, dîsa bi gelemperî di çarçova zimanê Erebî de dimîne. Helbet, hinekan ji wan hin rêzekovarên bi Kurdî jî weşandine, lê di çarçoveyeka teng de mane.