Ji alîyekî din ve rêxistina ‘Birayên misilman’ jî da xuyakirin ku ew dê tevli hikûmeta nû tê damezrandin nebin, heke dem li dest serokê wan Muhemed Mursî venegere ser karê xwe.

Eniya Rizgariya Netewî daxwaz hin guhertinan di vê pêşnûmeya destûrê de kirin û got ku divê derbarê vê pêşnûmeyê de nîqaşên berfireh bên kirin. Ev helwesta muxalefeta Misrê tê wateya têkbirina hewldanên artêşê û serokdewletê demikî Edlî Mensûr yê ku ji alî artêşê ve hatibû destnîşankirin.
Eniya Rizgariya Netewî da xuyakirin ku serokê demikî beriya vê biryarê aşkera bike şêwira xwe bi wan nekiriye û daxwazên tevgerên siyasî û hevgirtinên ciwanên şoreşê li ber çavan negirtiye.
Wiha xuya dike ku dê rewşa tevliheviya heyî aloztir bibe û di demeke kurt de dê artêş û alîgirên wê nikaribin aramiyê vegerînin vî welatî. Ji ber ku ne tenê alîgirên Muhemed Mursî û partiya wî ya xwedî hêzeke mezin lê muxalefeta Lîberal jî ji hin biryarên artêşê û serokomarê demikî ne razî ye.
Hêjayî gotinê ye, roja duşemê di xwepêşandana alîgirên Serokdewletê hilweşandî Muhemed Mursî de, herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 435 kes jî birîndar bûbûn. Birayên Musliman jî banga "Li dijî kesên hewl didin şoreşa me bi tankan ji me bidizin, rabin ser piyan" kiribû. Muhemed Mursî, di dema xwepêşandana herî mezin a dîroka Misrê ya li dijî deshilatdariya wî de, di 3'ê Tîrmehê de ji aliyê leşkeran ve bi darbeyê hatibû xistin.
Roja sêşemê jî ekonomîst Hazim Beblawî anîn serê hukûmeta demî û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Muhemed el Baradey jî berovacî bendewariyan, ne serokwezîr lê weke alîkarê serokwezîr ê ji têkiliyên derve berpisyar, hat wezîfedarkirin. 

QAHÎRE