Malîkî: Em aligirê rêbazên aştiyane ne
Di hevdîtinê de Malîkî ji şandeya Mûxalefeta Suriye daxwaz kir ku ji bo çareserkirina aloziyên li Suriye rû didin xebatên xwe xurt bikin. Malîkî li hemberî şîdeta li Suriye rû dide jî nerazîbûn nîşan da. Piştî rûniştinê daxuyaniya çapameniyê hate dayîn. Malîkî derbarê piştgiriya Iraqê ya Suriye de axivî û diyar kir ku ew alîgir in ku pirsgirêkên rû didin ne bi şer, bi rêbazên aştiyane werin çareserkirin. Malîkî wiha got: "Bêyî ku Iraq li berjewendiyên xwe yên sîyasî bifikire, alîkariya mirovahiyê ji bo gelê Suriye kiriye û di demên pêş de jî wê alikariya xwe bidomîne. Di hevdîtinan de endamên şandeyê jî diyar kirin ku pirsgirêk û aloziya ku li Suriye dewam dike pêwîste bi rêyên aştiyane were çareserkirin."
Zebarî: Divê şîdet raweste
Şandeya Mûxalefeta Suriye di heman rojê de bi Wezîrê Karêndervê yê Iraqê Hoşyar Zebarî re jî hevdîtin pêkanî. Şandeya muxalefeta Suriye rewşa li welet, mijara girtina deriyê sînor ku zor û zexmetiyên ku gelên li Suriye û Rojavayê Kurdistanê dijî anî ziman.
Zebarî di hevdîtinê de diyar kir ku weke Iraqê hertim alîgirê daxwaz û hêviyên gelê Suriye yên ji bo demokrasî û azadiyê ne. Zêbarî anî ziman ku pirsgirêkên heyî nikare bi rêyên şîdetê werin şareserkirin û weha axivî:“Em li dijî tundî û rêjandina xwînê û trajediya mirovahiyê ya li Suriyê ne. Em heta dawiyê aligirê çareseriyek siyasî ne.” Zebarî herwiha ragihand ku pêwîst e alîkariya ku ji bo gelê Suriye tê kirin bigihêjê destê gelên li Suriyê.
Di hevdînê de, her dû aliyan li hev kirin ku têkiliyên wan bi hev re berdewam bikin û ji bo demokrasî û azadiyê hevdîtinên hevbeş di navbera herdû aliyan de bidomin.
Muslîm: Gel wê biryarê bide
Hevserokê PYD´ê Salih Muslim piştî hevdîtinê bersîv da pirsên Radyoya Amerîkayê û diyar kir ku di hevdîtinê de mijara aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye rojevê û li ser pirsgirêkên li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê rû didin axivîne. Muslim da zanîn ku ewê di rojên pêş de bi rêveberiya Başûrê Kurdistanê de hevdîtinan lidarbixin.
Hevserokê PYD Muslim her weha daxuyaniyên Wêzîrê Derve yê tirk Ahmet Davutoglu yê der barê kêmnetewên li Suriyê û damezrandina parlamenê de kiribû rexne kir. Muslim destnîşan kir ku Tirkiye li parlamena xwe xwedî li mafê kêmnetewan derneketiye û di warê rewabûna parlamenê de xelkên li Suriyê wê bi xwe bi xwe biryarê bidin.
DENÎZ TUFAN / DÎHA/HEWLÊR