Muxalefeta Sûriyeyê bang li xwepêşandêran kir ku roja Înê dakevn kolanên hemû bajaran û banga xwe ya ji bo rûxandina rejîmê û daxwazên xwe bînin ziman. Di heman demê de doh televizyona Sûriyeyê ya fermî ji bo çavtirsandina gel hin îtîrafkar derxistin ser ekranên xwe û gotin ku wiha plan kirine ku li gelek camiyan êrîşên xwekujî pêk bînin.
Ji aliyekî ve behsa kuştin û komkujiyên hêzên rejîma Sûriyeyê tê kirin û rejîm bi van komkujiyan tên tewanbarkirin û hin biryarên navneteweyî j îli wê gorê tên standin. Ji aliyekî din ve hikûmet jî muxalefeta çekdar bi van komkujiyan tewanbar dike. Her wiha li gorî raporeke Konseya Navnetweyî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên şandeya çavdêran tê gotin ku komên çekdar jî gelek nbinpêkirinan dikin û ne li gorî rêbazên şer tevdigerin.
Li gorî raporeke çavdêrên navneteweyî yên li Sûriyeyê pêwirdarin muxalefeta Sûriyeyê jîg elek binpêkirinên mafê mirovan kirine û zarok dane bikaranîn. Wekî mînak gelek erşîvên saziyên hikûmetê şewitandine, malên dikanan dizîne û paşê şewitandine. Her wiha lig elek malan jî lêgerîn pêk anîne û malên wan dizîne.
Hebûna El Qaîdeyê
Ji aliyekî din ve li gorî nûçeyeke ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyeyê Sana, hêzên dewletê endameke rêxistina el Qaîdeyê girtine. Ajansê hevpeyvînek bi wî endamê el Qaîdeyê yê bi navê Muhemed Husam El Sedaqî re kiriye. El Sedaqî li ser erkranên televizyona Sûriyeyê got ku xwe ji bo çalakiya xwekujî amadekiribû ku roja înê di dema limêja nîvro de xwe li camiya Rifayî biteqîne.
Li gorî agahiyên ji devê vî kesî gelek kesên din jî hene ku xwe ji bo çalakiyên bi vî rengî amadekirine ku di limêjên înê xwe li nava camiyê biteqînin û paşê jî hikûmeta Sûriyeyê bi van komkujiyan tewanbar bikin.
Me helîkopter ne dane
Ji aliyekî din ve daxuyaniyeke ji hikûmeta Rûsyayê derbarê piştgiriya çekan hat. Li gorî wê daxuyaniyê hikûmeta Rûsyayê dibêje ku ew nûçeyên derbarê radestkirina helîkopterên şer bo Sûriyeyê derew û bê bingehin. Û li hemberî tewanbariyên wezîra karê derve ya Amerîklayê Hilary Clinton, rayedarên Rûsyayê jî li gel inkara vê destekê wiha bersiv da Clinton û got: Amerîka û welatên Rojava û Tirkiyeyê ji bo ku plana Kofî Annan çi ji destê wan hat kirin û hê jî dikin û piştgiriya muxalefeta çekdar bi her awayî dikin.
STENBOL/MOSKOW