
Michiel Leezenberg li beşa Fîlozofiyê ya Zanîngeha Amsterdamê dersan dide. Ew kordînatorê Mastera Lêkolînê di vê beşê de ye û beşdarî bernameya master a ‘Li dinyaya Modern Îslam’ jî dibe. Ew dersan li ser mijarên îdeolojiyên siyasî û civakî di Îslamê de, netewebûna mirovahiyê, Foucault û fîlozofiya ne rojavayî û liberhevgir dide. Leezenberg li ser bingehên ilmên ramanî yên modern û dîroka ronakbîrî ya modern a cîhana îslamî jî dersan dide. Lêkolîna wî jî bi awireke taybet li dîroka fikr û çandê ya Kurdan dinihêre. Hin lêkolînên wî li ser Mem û Zîn hene û gotara wî ya li ´Serfa´ Elî Termaxî û çanda medreseyên Kurd jî têra xwe deng veda li nav ehlê beşa lêkolînên Kurdî. Halê hazir li ser lêkolînên Kurdî li Ermenistana serdema Sovyetan û li ser Mele Mehmûdê Beyazidî dinivîsîne.
Têkildarî rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser rewşa Kurdan me jî serî li nerînên Leezenberg da. Leezenberg têkildarî êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Mûsil, Şengal û Rojavayê Kurdistanê pirsên me bersivandin.
Di demeke kurt de bidestxistina Şengalê bandoreke çawa li ser we kir?
Weke herkesê elaqedar gelekî tesîr li min kir û ez şok kirim ku ne bi tenê Şengal û deverên Êzîdiyan belê herweha deverên Xirîstiyanan li Elqûş û Mûsilê jî ewqasî bi lez û bi carekê ketin. Dêr û manastirên mezin yên weke Mar Beham hatin xerakirin. Girêdaneke min a yekser û şexsî jî heye. Beriya bi 25 salan bi xwe li wir bûm. Li wan dêran, ez çûm Şêx Adî (Laliş li Şêxanê) jî. Ji bo sedemeke din ez vêbiharê jî çûm Şêx Adî û li wir min gelek mirovên ji Şengalê dîtin û demeke dirêj bi wan re peyivîm û wan ez vedixwendim Şengalê. Lê belê piştî bi çend mehan ev dever bi carekê kete destê DAÎŞ’ê. Ev pirr tirsnak bû û şokek bû mirov bibîne çawa bi lez bereya pêşmergeyan şikest.
Li ser xweseriyeke deverên Êzdî û nîqaşên li ser nasnameyê hûn çi difikirin?
Ev şoka bi lez û bi carekê dagirkirina van deverên fereh ji aliyê DAÎŞ’ê ve dike ku mirov gelek pirsan bike. Piştî Şerê Iraqê yê sala 2003’yan Deşta Mûsilê û Şengal bi pirranî ketin destê PDK’ê. Û heta beriya bi demeke kurt bi awayekî bêdeng û nefermî li ser hatibû lihevkirin ku hêzên eskerî yên Herêma Kurdistanê wê van deveran biparêzin tevî ku ev dever bi awayekî fermî ser bi herêma Mûsilê ve ne. Li hemberî vê komên li van deveran hinekî xwedî wê hîsê bûn ku bi temamî weke Kurdan muamele bi wan re nayê kirin. Lîderên Kurd hatin vir û zilamên xwe ji deverên din li vir wezîfedar kirin û kêm guh didin xelkê deverê. Bi pirranî xelkê deverê razî bû ku ji aliyê Herêma Kurdistanê tê paraztin, lewma alternatîfa vê tundrawên dînî yîn Mûsilê bûn. Jixwe piştî sala 2003’yan nûçe zêdebûn di wê biwarê de ku Xiristiyan, Êzîdiyîn devera Mûsilê bêhtir bi tehlûkeya tundrawên sunî re rûbirû dibin, heta tên revandin û kuştin jî. Ango xelkê deverê li aliyekî xwe parastî his dikir bi destê hêzên eskerî yên Herêma Kurdistanê, lê belê li aliyê din jî di warê nûneriya siyasî de jî xwe kêmkirî didît. Qismî jî wisa bawer dikir ku weke welatiyên sinifa duyem miamele pêre tê kirin.
Dema destpêkirina êrîşê û cihên kû bûne hedefa DAIŞ’ê û reaksyona li dijî van êrîşan dikarin çawa bên şîrovekirin?
Balkêş e ku dema ku ji Tebaxê û pêve DAÎŞ’ê êrîşên xwe dan destpêkirin, berê xwe neda navenda deverên Kurd, lê belê berê xwe da deverên hindikahiyên dînî li wan, deverên Êzîdiyan, Xiristiyanan, û yên Şebekan. Pirseke mezin ku halê hazir li ber destê min ti bersiva wê nîne jî ew e ka li wir tam çi qewimî? Çima wan êrîşa xwe bir ser van deverên hindikahiyan û ji bo çi bersiv û reaksiyona Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê bi rengê me dîtî bû? Gelek hîpotez hene. Lê ji bilî van hîpotezan pirsa mezin ew e, çima bereya Kurd çima wisa bi lez şikest? Gelo ev bibinketineke efserên herêmî bû, ku bêyî ku ji eskerên xwe re bibêjin ka divê çi bikin, reviyan? Yan jî gelo ev bibinketineke siyasî bû ku navendîtir bû? Lewma nûçe hene di wê biwarê de ku efserên herêmî doza alîkariya esker û mihimatê kirine, lê ev alîkarî nehatiye dema ku êrîş li dijî wan hatiye kirin. Gelo di asteke jortir a hêzên eskerî yên Kurd de qisûrek heye? Çima wan xwe amade nekirbû yan jî çêtir amade nekiribû li dijî êrîşeke mihtemel a DAÎŞ‘ê? Bersiva van pirsan li ber destê min nîne, lê belê xelkê Herêma Kurdistanê ji ber tişta ku pêşmerge û hêzên eskerî kirî yan jî nekirî gelekî nerazî ne. Li aliyê din heyraniya wan a ji bo hêzên eskerî yîn PKK’ê ku bêhtir xwe êşandin û hewl dan xelkê deverê rizgar bikin, îro gelekî zêde bû.
Hevrikiya siyasî ya di navbera hêzên Kurd de gelo dikare rê li ber pêşketinên çawa veke?
Ya ku mirov niha di warê siyasî de dibîne ew e ku hevrikiya siyasê ya di navbera PDK û PKK’ê de êdî bûye xwedî dînamîkeke nû. Niha herkes dibîne ku di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên eskerî yên nêzî PYD’ê û herkes dizane ku ev hêzên alîgirê PKK’ê ne, hevkariyek heye. Gelo ev alîkariyeke sembolîk e? Halê hazir ew agahiyên piştrast bikion alîkariyeke mezintir a eskerî hebe nînin, lê maneya wê ya sembolîk mezin e. Li aliyê din bûyereke girîng bû ku gerîlayên PKK’ê li deverên din çalak bûn. Ez texmîn dikim ku ne tesadûfî bû êrîşa li dijî Mexmûrê ku lê ji mirovên PDK’ê bêhtir sempatîzanê PKK’ê hebûn. Heta bi Celawlayê jî ew çalaki in û ez der di nava deverên YNK’ê de ye. Bi temamî ez fêm nekim çi diqewime jî ya ez dibînim ew e ku PKK bi xurtî hewl dide pirekê ava bike. Lewma beriya niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê sînorê di navbera Kurdistana Iraqê û ya Sûriyeyê de asê kiribû da ku zextê bike li PYD’ê da ku bi partiyên din ên Kurd re hevkariyê bike. Yek ji bûyerên van demên dawiyê ew e ku PKK’ê bi rastî jî di navbera Iraq û Sûriyê de pirek ava kir di ser Şengalê re. Bi qasî ez dizanim tevî ku nehatiye piştrastkirin jî gerîlayên PKK’ê li Şêx Adî jî hene ku li wir xelkê Êzîdî diparêzin. Hebûna eskerî ya PKK’ê li deverê zêdebû û ev jî guhertineke balansa eskerî ya di navbera PDK û PKK’ê ye li herêmê. Pirsa mihim li vir ev e: gelo ew ê ji bo dema pêş bi awayekî mayînde hevkariya xwe xurttir bikin yan jî ew ê dîsa li hevrikiya xwe vegerin? Ev hevrikiyên kevin gelo wê cihê xwe bihêlin ji hevkariyeke mayînde re ji bo kirina siyasetê bi hev re; di vê mijarê de bi ya min halê hazir gelek tişt neguherîne. Lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên baş bi Tirkiyeyê re dewam bike. Pirsa dewamkirina hevdîtinên ji bo aştiyê jî hene li Tirkiyeyê. Heke ev pêvajo dewam bike, hingî dibe ku hevrikê bêhtir lawaz bibe. Hevrikiyên li ser Kurdistana Sûriyî di navbera PKK’ê û PDK’ê de bi temamî bi dawî nebûne. Peymana Duhokê ya di navbera PYD û partiyên nêzî PDK’ê de jî bawer dikim şertek bû ji bo çûna pêşmergeyan ber bi Kobanê ve. Ya diyarker ew ka bi rastî ev hevkarî çiqasî wê karibe dewam bike û ka çiqasî wê bi rastî pirrengîbûna siyasî li Kurdistana Sûrî mimkin be û ev partiyên nêzî PDK’ê wê çiqasî derfeta çalakbûnê li wir bibînin.
Pêşketin an rêveçûna pêvajoyê ya li Tirkiyeyê wê xwedî bandoreke çawa be?
Bûyer û pêşketinên li Tirkiyeyê wê diyarker bin. Bi ya min di bersiva pirsa li jor de wê bûyerên li Tirkiyeyê diyarker bin. Ango ka gelo pêvajoya jêre dibêjin a aşîtiyê wê ji nû ve dewam bike yan jê na. Pirsa din ew e, ka gelo wê Amerîkî ji bo dema pêş jî wê PKK’ê weke hevgireke rewa qebûl bikin yan na? Ya niha dikin ev e. Lê gelo wê Amerîkî weke encam bibêjin, em ê PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên terorîst rakin û bi awayekî fermî pêre kar bikin. Halê hazir hin nîşan hene ku dibêjin ev yek mimkin e.
Lê PKK li herêmê yekane hêz e ku serketî şerê DAÎŞ’ê dike, ev jî li ber çavan e…
Girîng e li vir em bi hev re bibînin ku hikûmeta Amerîkî hewl dide bi Îranê re jî têkiliyên fermî deyne da ku bi hev re li dijî DAÎŞ’ê şer bikin. Ev yekem car e ji sala 1979’an û vir ve ku Amerîkî bi awayekî fermî hewl didin hevkariyê bikin bi Îranê re. Heke ev mimkin e, mirov dikare bifikire ku PKK ya ku li Rojhilata Navîn yekane hêz e ku bi awayekî aşkere şerê DAÎŞ‘ê bi awayekî serketî dike, siyasî jî ji aliyî amerîkiyan ve were qebûlkirin. Û heke ev biqewime, hingê wê wê dînamîka siyasî ya deverê bi temamî biguhere.
Yanî bi fermî naskirin û rewakirina hevkariya PKK’ê ya dewlet û saziyên Rojava mimkin e gelo?
Li Ewrûpa û li Amerîkayê em dibînin ku hin rayedarên hikûmetan tore bûne û qeherîne ji ber helwêsta Tirkiyeyê. Ev helwêsta Tirkiyeyê ew e ku ji bo wan dijminê sereke Esed e û ew hewl didin û wê hewl bidin ku Esed bidin erdê. Ji bo wan DAÎŞ halê hazir ne pirsgirêk e. Jixwe DAÎŞ’ê êrîş nebiriye ser hedefên Tirk. Lê belê helwêsta wan li Kobanê ecêb bû. Pêşî gotin ‘em ê alîkariyê bikin’, piştre gotin, ‘em ê bisekinin, jixwe PKK’yî terorîstên xirabtir in ji DAÎŞ’ê, û jixwe Kobanê wî bikeve destê DAÎŞ‘ê. Mirov nikare tiştekî bike.’ Lê dema ku dîtin Kobanê nakeve û hêzên PKK’ê wê li ber xwe bidin, hingê biryar dan ku destûrê bidin çûna hêzên pêşmerge da ku hinekî tesîra wê di meseleyê de bimîne. Mesele ya mihim niha ew e ka gelo endamên NATO’yê wê beramberî vê helwesta Tirkiyeyê çi bikin, lewma ev derba pêşî ya NATO’yê bû li dijî DAÎŞ‘ê. Hêviya min ew e ku zexta dîplomatîk li ser Tirkiyeyî zêde bibe da ku pêvajoya aştiyê bi PKK’ê re dewam bike. Helwêsta nakokane ya hikûmeta Tirk ew bû ku li aliyekî bi hevdîtinên bi PKK’ê re radibûn û li aliyê din van mehên dawiyê digotin ‘ev terorîstên pirr xirab in, nabe mirov tiştekî hevpar bi wan re bike’. Heke wisa ye, ji bo çi ev pêvajoya aştiyê heye? Ji bo pêvajoyê hêvî kêm bûn lê bi temamî ji holê ranebûne. Bi herhalî heke şerê li dijî DAÎŞ‘ê dewam bike weke niha, hingê mimkin e ku Amerîkî û endamên din ên NATO’yê bibêjin, ‘PKK di vî şerî de hevgir e.’ Û pêre jî di warê siyasî de jî PKK bêhtir dikare were qebûlkirin.
LUQMAN GULDIVE