Parlamenta Ewropayê (PE) biryar da, muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi rengekî demkî bisekinîne. Parlamenta Ewropayê, muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi demkî sekinand.

Dengdana li ser pêşnûmeyê, li Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê ya li Fransayê pêk hat. Di encama dengdanê de li dijî 37 dengên dijber, pêşnûmeya sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi 479 dengan hat qebûlkirin. 107 endamên parlamentê jî bê alî man. 

Ji aliyê hiqûqî ve biryar diyarker nîne. Lê belê wê pêşkêşî civîna lîderên Yekîtiya Ewropayê were kirin, ku di meha Kanûnê de were lidarxistin.  

Di pêşniyarbiryarê de ku rexneyên tund li Tirkiyeyê tên kirin de mijara Peymana Lozanê ku Serokamarê Tirk Tayyip Erdogan anîbû rojevê gotibû ew wê nasnakin jî mîna helwesteke cihê fikaran hate bicîhkirin. 

Naveroka pêşniyarbiryarê

Di pêşniyar biryara ku bi dengê piraniya parlementerên Ewropî hate qebûl kirin de ev xal hene: 

Diva muzakere werin rawestandin: Ji ber zext û êrîşên bêpîvan ên piştî hewldana darbeyê û di dema OHAL’ê de pêk tên, Parlemena Ewropayê bang li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û welatên endam dike ku hevdîtinên bi dewleta Tirk re demkî rawestînin. 

Şertê OHAL’ê: Dîsa tê desnîşan kirin ku heger dewleta Tirk tedbîrên di bin navê OHAL’ê de anîne rojevê ji dewreyê derxe û were dîtin ku li tevahiya welêt serxwebûna hiqûqê pêk hatiye Parlemena Ewropayê jî wî helwesta xwe di ber çavan rederbas bike. 

Hişyariya cezayê Îdamê: Tê destnîşan kirin ku heger dewleta Tirk careke din cezayê Îdamê bixê dewreyê wê pêvajoya beşdariya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bi fermî were rawestandin. 

Peyama Vîzeyê: Di pêşniyar biryarê de tê destnîşan kirin ku ji bo muafiyeta vîzeyê ji 72 mercên xwedî girîngiyeke taybet dewleta Tirk 7 jê bi cîh ne anîne. 

Peyama Yekîtiya Gumrukê: Di biryarê de tê destnîşan kirin ku nûkirina yekhitiya gumrikê ji bo Tirkiyeyê girîng e û heger xabatên divê mijarê de werin rawestandin wê ji bo Tirkiyeyê encamên giran ên aborî rû bidin. 

Mijara alîkariya aborî: Tê xwestin pêşketinên dawî yên li Tirkiyeyê di rapora derabê fonên sala 2017’an de were bicîh kirin û alîkariya ji bo civaka sivîl were zêde kirin. 

Banga desteka adlî: Bang li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê û Komîsyona Venedîkê tê kirin ku piştgiriya adlî bidin rayedarên Tirk. 

Rexneya îradeya siyasî: Tê diyarkirin ku têkiliyên YE û Tirkiyeyê ji bo her dû aliyan jî stratejîk in. Lê belê bal tê kişandin ku ji bo meşandina van têkiliyan pêwistî bi daxwaziya herdû aliyan heye. Her wiha tê bibîrxistin ku kirin û peyamên rayedarên Tirk dibe sedem ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê durdikeve.  



STRASBOURG