Mihyedîn Şamliyan ji bajarê Kobanê ye û ji bavê xwe pîşeya biriqandina cewher û çêkirina tizbiyan girtiye. Her wiha  berhemên dîrokî restore dike û diparêze da ku tine nebin.

Mihyedîn Şamliyan hîna pîşeyê ku ji bavê xwe hînbûye, didomîne. Şamliyan cewheran dibiriqîne û tizbiyan çêdike. Li rex vî pîşeyî, ew li berhemên dîrokî digere, wan restore dike û diparêze.

Mihyedîn Şamliyan gelek berhemên dîrokî yên ji serdemên cihê, parastine. Ew wan bi rêbazeke ku zirarê li wan neke û teşeya wan neguhere, restore dike.

Weke muzexaneyekê ye

Li cem Şamliyan gelek şûr hene ku dîroka wan vedigere serdema Selçûqiyan, Farsan,  dewleta Emewî. Tevî xencerên milet û serdemên dihê. Peyker, kelûpelên malan ên kevn û dîrokî jî li cem wî peyda dibin.

Her wiha li cem Şamliyan gelek berhemên dîrokî yên xweşik hene, mîna tabloyeke mozaîk, li gorî texmîna wî dîroka wê vedigere çanda Kurdên Êzîdî ya beriya bi 400 salan. Nîşaneya cilên Kurdî yên resen di daweta mîrekî yan jî şêniyekî wê demê de jî di nava berhemên wî berhevkirî de hene.

Şamliyan tizbiyan ji kevirê misk çêdike; ew cureyên din ên tizbiyan çêdike. Li ser parastina berhemên çandê û dîrokî ew dibêje, “Gelek tişt li cem min in ku çanda wan ber bi nemanê ve diçe. Heger em neparêzin wê helbet winda bibin. Ez ji bavê xwe hînî pîşeyê xwe bûm. Lê min ev pîşe li gorî roja îro nû kir. Min berhemên rojhilatî parastin, ev berhem nayên firotin ji ber ku mîna wan nînin û divê bên parastin.”

Berheman biparêzin

Şamliyan bang li civaka Kurd jî kir da ku cilê xwe yê kevnar biparêze. Şamliyan wiha dewam kir: “Gelek kes têne dikanê da ku hinek cureyên cewheran bixwazin, xwe derman bikin an jî şensê xwe baş bikin. Ev şaştiyeke divê baş zanibin ku cewherên dixwazin ne mîna ku texmîn dikin in. Ev tenê kevir in tiştekî nakin. Ji piçûkahiya xwe ve ew cewher di destê min de ne û beriya min jî bavê min ew muhafeze dikirin.”

Berhemên dîrokî yên di şerê Sûriyê de wêran an  jî winda bûne, Şamliyan nikare vegerîne. Lê berhemên Şamliyan kom kirine, giran buha ne.

SAMIR OSMAN/ANHA/KOBANÊ