Li bajrê Japonyayê Chichibû, muzeyek heye ku mirov dikare li wekî yekane muze bi nav bike: “Muzeya Chinsekikan (Muzeya Kevirên Kêmdîtî)”. Li vir 1700 kevirîn ku rûyê mirovan tînin bîra mirov an jî dirûvê rûyê mirovan bi wan dikeve, tên pêşandan.

Shozo Hayama hîmên vê muzeyê danîne. Hayama qederê 50 salan ev kevir berhev kirin. Ji bo wî ya girîng ew bû ku kevir tebîî bin, qet destê mirovan bi wa neketibe.  Yoshiko Hayama bi xwe sala 2010 piştî wefata mêrê xwe rahişt rêvebriya muzeyê. Ew dibêje di nava kevirên tên pêşandan de yên ku bi ser rûyên Elvis Presley, Mesiyê Wenda Nemo û heta E.T tînin bîra mirovan hene.

Ji ber pirrbûna kevirên li muzeyê, hemû kevir nehatine binavkirin, belê Yoshiko Hayama dibêje wan wekî çareserî rêyek daye ber xwe, ew bi navberên bi rêk û pêk ji mêvanên muzeyê dixwazin navan ji bo keviran pêşniyaz bikin. 


 TOKYO