
QSD´ê Muzeya Reqayê ya ku DAIŞ’ê berhemen wê yên dîrokî talan kiribûn, rizgar kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar bike, operasyona dayî destpêkirin di roja 104’an de dewam dike. Şervanên QSD’ê yên ji sedî 75´ê Reqa xistin kontrola xwe, li navenda bajêr mal bi mal operasyonên li dijî DAIŞ’ê pêk tînin. Gelek herêmên Reqayê ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin û piştî 5 salan Muzeya Reqayê jî hat rizgarkirin.
Û muze careke din hat dîtin
Piştî bi salan, muze yekem car hat dîtin. Derket holê ku muze hatiye wêran kirin. Tabeleya muzeyê ku li navenda bajêr e, hatiye parçe kirin. Muzeya ku DAIŞ’ê mîna baregeha eskerî bikar anî, şopên şerê dijwar li ser hene. Li muzeyê ku demeke dirêj sekvanên DAIŞ’ê lêbûn, mayîn hatine bicihkirin.
DAIŞ’ê gelek dîwarên li ber muzeyê xirab kirin û kevirên li ser wan xaç heyî, parçe parçe kirin û avêtine eywana muzeyê. Li muzeya bajêr gelek asarên girîng ên dîrokî û arkeolojîk hebûn. Berhemên kevnar, zêr, keval, pereyên hêsinî û peykerên figurên mirovan li muzeyê hebûn. Bi dagirkirina DAIŞ’ê re her tişt hat talankirin û tinekirin. Gelek asarên dîrokî yên hatin talankirin, di ser Tirkiyeyê re şandin welatên Ewrûpayê. Di heman demê de Peykara Xwedawanda Îştar a berî zayînê 3 hezar sal û stûn û mozaîkên serdema Roma (Apamea) yên binavê Afamya li muzeyê hebûn.
DAIŞ’ê mayin kir
Ji ber ku hundirê muzeyê hatiye mayinkirin, şervanên QSD’ê destûrê nadin ku kes bikeve hundir. Lê ji derve jî mirov rewşa dawî a muzeyê dibîne. Her tişt hatiye şewitandin û wêran kirin. Hemû asarên dîrokî hatine dizîn û panoyên ji bo danasîna asaran hatine şikandin. Li pişt muzeyê mizgeftek dîrokî heye. Ketina eywana muzeyê dane ber agir û kevirên dîrokî yên ketina muzeyê ji cihê wan rakirine. Şervanên QSD’ê muze kirin bin parastinê û mayinên DAIŞ’ê îmha dikin. Çav li rê ye ku ekîbeke taybet a QSD’ê mayinên di hundirê muzeyê de îmha bikin. Şervanên QSD’ê dest bi paqijkirina xurdeyên li derdora muzeyê kir.
20 sivîlên din hatin rizgarkirin
Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê, ji bo rizgarkirina sivîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de piyê wan bi bin wan nakeve. Şervanan 20 sivîlên din li taxa Nehda ya li rojavayê bajêr, rizgar kirin. Pirraniya wan jî ji jin û zarokan pêk tê. Sivîlên ku ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin derbasê herêmên ewle hatin kirin û pêwîstiyên wan ên jiyanî jî hatin dabînkirin.
Li taxa Nehda ev çend hefte ne ku şer giran e. Di şer de pêr bi şev li taxê 19 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
REQA
Hêzên Ewlehiya Reqayê mezin dibin
Hêzên Ewlehiya Hundir a bajarê Reqayê, bi merasîmekê dewreya 10`emîn a bi navê Dewreya Şehîd Fermandar Ednan Ebû Emced bi dawî kir. Dewreyê 10 rojan dewam kir û 210 endam tevlî bûn. Dersên bîrdozî û eskerî li ser parasatin, fêrbûna bikaranîna çekan û hunerê şer dan beşdaran.
Di merasîma bidawîbûna dewreyê de, Endamê Rêveber a Hêzên Ewlehiya Hundir, Idrîs Mihemed, Endama Rêveber a Hêzên Ewlehiya Hundir a bajarê Tebqayê Kefai Sincar û hejmarek Endamên Hêzên Ewlehiya Hundir a navçeya Eyn Îsa ya ser bi kantona Girê Spî, amade bûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û paşê endamên ku dewre bi dawî kirine rêûresmeke eskerî pêşkêş kirin. Di dawiya merasîmê de, endamên dewreyê sonda parastina nirxên civakê û destketiyên wê, xwarin.
Li gorî Endamên Rêveber ên Hêzên Ewlehiya Hundir, endamên dewreyê wê li navçeya Eyn Îsa, herêma El-Cirniye, El-Mensûre, El-Kerame û bajarê Tebqayê, bêne erkdarkirin.
EYN ÎSA