SEMÎRA ŞAHABÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Tevî ku temenê Hacî Qadir nêzî sed salî ye, heta niha jî kar dike. Siheta wî baş e û li bazara herî qerebalix a Silêmaniyê karê firotina Kasêtan dike. Hacî Qadir diyar dike ku ew gelekî ji guhdarîkirina stranan hez dike.

Di nava Bazara Daresotawekan a bajarê Silêmaniyê, li nava qerebalixiya kiryar û firoşeran de Hacî Qadirê nêzî sed salî emir kiriye, heye. Ew bi navê Hacî Qadirê Kasêtçî tê naskirin, ji gundewarên Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev qederê 40 salan e ku li Bazara Daresotawekan kar dike û nêzî 2 hezar kaset li gel wî hene. Herî zêde ev kaset ji stranên hunermendên Kurd yên wekî, Hesen Zîrek, Mezherî Xaliqî û Mamlê pêk hatîne.

Temenê Hacî Qadîr tam nayê zanîn lê li gorî nasnameyê, sala 1920’an ji dayîk bûye. Hacî Qadir diyar dike ku dema ku Reza Şahê Îranê bûyî desthilatdar, ango sala 1921’ê hatiye dinê. Ew ji Rojhilatê Kurdistanê tê Iraqê û dibe esker. Dibe ku temenê Hacî li gorî yê nasnamê hîn mezintir be.

5 zarokên Hacî Qadir hene; 4 kur û 1 keç. Zarokê wî yê biçûk 49 salî ye. Her roj ew beriya saet 08.00’ê sibehê diçe cihê xwe yê kar. Dikan yan jî cihekî Hacî Qadir yê sabit li nav bazarê nîne. Dema nîvroyan diçe malê, kasêt û eşyayên xwe radestî dikanekê dike, heta roja din.

Teknolojiyê tesîreke xirab li karê Hacî Qadir kiriye û kasetên wî pirr kêm tên firotin. Hacî Qadîr diyar dike ku rojane 2 ta 3 kasetan difiroşe û her kaset jî bi hezar dînarî ye. Lê ji ber ku bi heskirineke mezin vî karî dike, naxwaze dest jê berde.

Hecî Qadîr herî zêde ji dengê Hesen Zîrek hez dike û gelek stranên wî ji ber kirine. Zêdetirî 300 kasetên Hesen Zîrek li cem xwe hiştine. Ev stran bandoreke wisan li Hacî Qadir dikin ku temenê wî dirêj be û bi sihet be.