Hunermend Reşîd Sofî ê ku li ûdê hestên Kurdî bar dike, difikire ku muzîk birînan derman dike: “Muzîk nexasim tesîrê dike li mirovên hestyar dike û li wan mirovên êş û azar kişandî. Muzîk carinan ji dermankirineke tibî jî çêtir e. Insanên me bi giştî hestyar in. Muzîk ji bo wan girîng e.”
Di nava xirbeyên Kobanê de ha ji bo dermankirina birînan tevî hevalê xwe Ganî Mîrzo muzîkê dike. gava ku ji Kobanê ji ber êrişên DAIŞ´ê veqetiyaye, veqetîn bi wî zor nebûye, lê tirsa venegerînê zor lê kiriye: “Ez natirsim ku payîzê pelên min biweşin. Lê tirsa min ew e ku biharê kulîlkên min ne pişkivin.”
Hunermend Reşîd Sofî ji bo ûdê jî dibêje, mirov nikare wê li ber înstrumanên din bigire: “Her milîmetreya destikê wê melodiyek e li ser pîvana muzîkal. Gava mirov li ûdê dide, mirov wê nêzî dilê xwe digire. Mirov wisa hîs dike weke ku bi bi dilê xwe dest dide wê.”
KOBANÊ