Kesên li navenda Meletiyê di Kolana Înonuyê re derbas dibin, ileh li muzîka du xwendekarên lîseyê ya bi şîara “Dema muzîk li kuçe û kolanan bê îcrakirin watedartir û bedewtir dibe” guhdarî dikin. 

Li navenda Meletiyê, xwendekarên lîseyê Hazar Deler û Berkay Mor ku ev salek e li Kolana Înonuyê bi gîtara xwe muzîkê îcra dikin, bala gelek kesan dikişînin û bi taybetî jî ya xwendekarên lîseyê. Xwendekara pola 4’an a lîseyê Hazar Delera 17 salî ye, û dibêje, divê muzîk li nêvengên azad bê îcrakirin. Deler îfade dike ku dema wê li Enqereyê dixwend, mamosteyê wê ew teşwîqî muzîkê kiriye û ji ber vê ew minetdarê mamosteyê xwe ye. 

 

Hem muzîkê dikin hem debara xwe

Deler, diyar dike ku ew vî karî ji dil û can dikin û dibêje, “Ez û hevalê xwe, ji bo li malbatên xwe nebin bar, li kuçeyan hunerê xwe îcra dikin û pereyan qezenc dikin. Hin kes muzîka me diecibînin û hin kes jî naecibînin. Lê belê bi pirranî em bi bertekên erênî re rû bi rû dimînin. Pereyê ku em bi dest dixin li hev du parve dikin. Dema mirov ji karê jê hez dike, pereyan qezenc bike jî tiştekî xweş e. Em dixwazin di paşerojê de bi hin hevalan re ku li înstrumanên cuda didin, komekê çêkin. Niha fikreke me ya wisa heye.” 

Xwendekarê pola sêyemîn ê lîseyê Berkay Mor ê 16 salî jî dibêje, ew li her cureyê muzîkê didin û distrên û wiha dewam dike: “Muzîk ew huner e ku tu hayjixwebûnê li civakê peyda bikî.” Mor, dibêje, ew di muzîka xwe de serketî ne û carinan ew bi fikrên cuda re rû bi rû dimînin. Mor dest nîşan dike ku li Meletiyê herî zêde raxbet ji bo stranan û baxlemeyê heye û wiha dewam dike: “Lê em bi gîtarê hunerê xwe îcra dikin. Helbet kesên ji gîtarê hez nakin, hene. Hema bibêje, em her cure stranan lê didin. Jixwe, gelek mirov newêrin li kuçeyan lê bidin. Halbûkî, her der meydana muzîkê ye. Muzîk tenê li hin cihwarên diyar nayê îcrakirin, divê li her derî bê îcrakirin. Dema muzîk li kuçe û kolanan bê îcrakirin, watedartir û bedewtir dibe.” 


MA/MELETÎ