Zirnevanê biçûk yê bi navê Berjan yê 12 salî diyar kir ku ji 5 saliya xwe heya roja îro bi bavê xwe re li dawet û şahiyan zirnevaniyê dike û muzîk û bûye ruhê wî yê duyem.

 Di çanda gelê Kurd de ku hunerê li ser piyan digire jî dengbêji ye. Dengbêjên gel, ev mirov in ku di nav gel de digerin. Ev kes efsane, bûyerên mîtolojîk, bûyerên dîrokî, adet û kevneşopiyan hildidin û di nava gel de vedibêjin. Yek ji rastiya çanda Kurdewarî dahol û zirne ye. Li Êlihê zarokê bi navê Berjen yê 12 salî ku bi lêdana zirneyê mezin bûye û dibêje muzîk û lêdana zirneyê ji bi moin bûye ruhê duyemîn.

 

‘Li ber zirnê min govendê digerînin’

Zirnevanê biçûk Berjan anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe heya îro bê navber bi bavê xwe re li zirneyê dixe. Her wiha Berjan da zanîn ku lêxistina zirne kêfxweşiyek mezin dide wî û got: “Bavê min jî zirnevan e. Bavê min û koma pê re her roj diçin dawatan û li dawetan gel bi lêdana rîtima mûzîkê gel bi coş dikin. Ez vê yekê jî ji bavê xwe fêr bûm. Ez her tim bi bavê xwe re diçim dawatan. Niha bi bavê xwe re li Navenda Çanda Mîzginê di koma folklorê de cih digirim. Govendger li ber dengê zirneya min govendê digerînin.”


 ‘Debara malbata xwe dikim’

Berjan bi lêv kir ku bi lêdana zirneyê debariya mala xwe jî dike û wiha pê de çû: “Piştî bavê min qezaya trafîkê derbas kir. Ez neçar mam bi tenê di dawetan de li zirneyê bixim. Di heman demê de ez û 3 birayên min ên ji min biçûktir diçin dibistanê, di destê bavê min de tu pîşeya ku me pê xwedî bike tune. Lewra em lêdana zirneyê wek çavkaniya dabariyê  dibinin.”

 

‘Bila şer biqede, zarok bi mûzîkê kêfxweş bibin’

Zirnevanê biçûk Berjan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo zarokên Sûr, Cizîr û Silopî gelek xemgîn e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bila êdî li Kurdistanê şer biqede û zarok bi mûzîkê kêfxweş bibin. Tenê ji şer zarok mexdur dibin.”




OMER ÎKE / ÊLIH