SORGUL ŞÊXO
ROJNEWS / TIL TEMIR
Bi armanca parastina çand û hûnerê gelê Kurd, zarok li dibistana Muzîkê ya Navenda Çand û Hûner di dewreya perwerdeyê de fêrî lêdana amûrên weke tembûr, keman, gîtar û orgê dibin. Zarokan got, muzîk ruhê mirovan zindî dike û ew ê li çanda xwe xwedî derkevin.
Dewreya yekemîn a perwerdeyê ya heyva sêyemîn ku li Dibistana Muzikê ya Navenda Çand û Huner dest pê kiribû, didome. 15 zarokên Kurd û Ereb beşdarî dewreyê bûn. Zarokên ku beşdarî perwerdeyê bûn, anîn ziman ku armanca wan parastina çandê ye û ew ê vê çandê hîn bibin û bigihêjînin nifşên din.
Mamosteyê zarokan, Dawûd Dawûd derbarê perwerdeyê de da zanîn ku çand û huner bingehên şaristaniya mirovahiyê ne û divê her kes lê xwedî derkeve.
Gulnaz Can a ku fêrî lêdana tembûrê dibe, got, “Niha ji ber ku ez hînî tembûrê dibim, gelekî kêfxweş im. Mamosteyên me gelek kedê dide. Muzîk ruhê mirovan zindî dike û mejiyê mirovan bi pêş dixe. Loma divê em elaqeyê her dem bidin xebatên çand û huner.”
Gîvara Mihemed jî hînî lêdana tembûrê dibe û dibêje, “Ez pirr ji tembûra xwe hez dikim. Ez ê çanda Kurdî ji bişaftinê biparêzim. Ez ê hewl bidim ku çanda kurdî bigihîjînim nifşên li dû me.”