Hozan Comerd: Weke ku Rêber Ocalan dibêje, ‘Çandvanê bê çand’,  hunermendê Kurd divê di her qadên jiyana xwe ya rojane de bi Kurdî bifikire, bi Kurdî biaxive û bi Kurdî biafirîne. Li hemberî dagirkeran têkoşîna herî mezin têkoşîna çand û hunerê ye.

Hozan Comerd dengê feqîtiyê û çanda Kurdî di muzîka xwe bi hev re meyadin û bû dengê vê têkilbûna qedirbilind di alema muzîka Kurdî de. Ew niha li ser albûmeke nû dixebitye ku çav li rê ye beriya Newrozê bê weşandin. Ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Denîz Îke bi Hozan Comerd re li ser girîngiya muzîkê di çand û hunerê Kurdî de û asta muzîkê, rola hunermedan peyiviye. Hozan Comert jê re dibêje,  “Xweda li dinyayê çi afirandiye, di xwezayê de çavên mirovan çi dîtiye, guhên mirovan çi bihîstiye, (Kurdan) bi zimanê xwe yê qedîm, bi dengê pîroz bi hezaran stran û kilaman nirxên xweda xemilandine. Muzîka Kurdan wek derya di nav deryayê de ye.” Bi van gotinên xwe Hozan Comert îşaret bi girîngiya muzîka gelêrî ji bo miletekî û xweparastina wî dike.

Hozan Comert îşaret bi pirseke Hozan Seyîdxan ji wî kirî dike û wiha behsa bersiva xwe dide: “Min li ser Xweda û nirxên xwedayî bi salan îlahî, qesîde û beyt bi derûniya dilê xwe got, nav û dengê min di nava civaka herêmî de bela bû. Evîna min a duyemin ez evîndarê Şengê bûm. Şengê hevjîna jiyana min bû. Bi stranan min evînî xemiland. Paşê ji destê min firda çû û ket nav Tevgera Azadiyê. Ez bi vê encamê pirr kêfxweş im. Evîna min a sêyemîn jî Tevgera Azadiyê ye. Bi nirxên xwedayî, bi nirxên xwezayî û bi nirxên mirovahiyê ez gihîştim nirxên Tevgera Azadiyê û mirovahiyê.”

Hozan Comert ê sala 1950´î li gundê Sûrê ê Xozatê ji dayik bûye, hîna ji di piçûkatiya xwe de bi xwendina mewlûda nebî, muzîkê nas dike, ew li Depê ji hafiz Fetî Kaya fêrî meqaman dibe, li gundê Qayikê zemînê hunerê wî li ser hîmê zimanê çand, wêje û muzîka medreseyên Kurdan ava dibe: “Heger gotin û muzîka stranên min baş bê guhdarîkirin, mirovan dibe qonaxa destpêka feqîtiya min.”

Ahenga di navbera erd û asîmanan de

Hozan Comerd ji bo muzîkê dibêje “sirra dinyayê ye” û wiha dewam dike: “Çawa ku mirowahî hîn negehiştiye sirra dinyayê, negehiştiye sirra muzîkê jî. Muzîk havîna gerdûn û xwezayê ye. Dikarim bibêjim. civaka mirovahiyê jî parçeyek ji wan e. Di xwezaya mirovahiyê de jî muzîk heye. Her du jî ji dinya û xweyazayê peyda bûne. Di çanda mirovahiyê de muzîk xala herî girîng e. Muzîk şertê hebûna civakan e. Konfûçiyûs ji bo rêvebirina civakan û muzîkê 2.500 salî berê wiha gotiye: Muzîk ahenga navbera erd û asîmanan e. Heger hûn bixwazin cewhera gelekî nas bikin, berî her tiştî divê hûn li muzîka wî gelî binêrin. Wexta muzîka gelekî xirab be ew gel, bi têkçûyîn û xirabûyinê re rûbirû ye.”

Muzîka Kurdî behra di nav behrê de ye

Hozan Comerd ji bo dewlemendiya muzîka Kurdî jî dibêje, “Şerxwazan ji bo berjewendiyê dewletekê yan jî çînekê pîrozahiya muzîkê û hemû nirxên heqîqetê têk birin. Muzîk wek hemû nirxên mirovahiyê ji heqîqeta wê qut kirin û jê dûr xistin. Gelên ku bi xwezayê ve girêdayî ne di jiyana xwe de pîrozahiya muzîkê bi pîrozahiya xwe diparêzin. Îro yên ku ji wan gelan mane yek jî gelê Kurd e. Gelê Kurd di dîroka xwe de nebûye desthilatdarê gelan û qewman û li ser axa Mezopotamyayê bi hezaran salan bi awayekî xwezayî jiyaye û bi muzîkê hem xwe hem jî xwezaya xwe ya bihuştî parastiye. Xweda li dinyayê çi afirandiye, di xwezayê de çavên mirovan çi dîtiye, guhên mirovan çi bihîstiye, bi zimanê xwe yê qedîm, bi dengê pîroz bi hezaran stran û kilaman nirxên xweda xemilandine. Nirxên xwezayê xemilandine. Ruhê mirovahiyê xemilandine. Muzîka Kurdan wek derya di nav deryayê de ye.”

Hunermend divê bi Kurdî biafirîne

Ji bo erka hunermendan di nava civakê de jî Hozan Comerd dixwaze ew bi rola xwe rabin û dibêje, “Di destpêka têkoşîna azadiyê de hunermendan, bi taybetî yên muzîkê li gor zanistî û kapasîteya xwe xizmeteke pîroz meşandin. Hunemend beriya hunermendiyê divê bibe şagirtê Ehmedê Xanî, Baba Tahîrê Ûryan. Divê bi deng, feylezof û nivîskarên Kurdan bixwîne û nas bike. Hunermendek eger negihêje vê deryaya çanda Kurdan û Ariyan, xwe nikare ji bandora asîmîlasyona dewletan rizgar bike.

Weke ku Rêber Ocalan dibêje, ‘Çandvanên bê çand’,  hunermendên Kurd divê di her qadên jiyana xwe ya rojane de bi Kurdî bifikire, bi Kurdî biaxive û bi Kurdî biafirîne. Li hemberî dagirkeran têkoşîna herî mezin têkoşîna çand û hunerê ye.” Li ser pirsekê Hozan Comerd dibêje, “Amadekiariyên min ji bo albûmeke nû hene. Berhemên ku ez li ser dixebitim berhemên îrfanî ne. Ji berhemên Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî, Wefayî, Pertew Begê Hekarî hatine girtin. Ez li ser zaravayên Dimilkî, Soranî û Hewremanî jî dixebitim. Heta Newrozê, bêtifaq, em ê derkevin pêşberî guhdarên xwe.”