Hunermend Azad Bedran dibêje, muzîk mejiyê hunerî ye: “Muzîk mirovan azad dike û bi xwe re aştiyê tîne. Çand û huner ji bo gelên mezlûm û bindest çekeke mezin e. Muzîk serîhildan e û parastina mafan e.”
Hunermend Azad Bedran der barê çand û hunera Kurdî de, girîngiya muzîka Kurdî, rola hunermendan di yektiya Neteweyî de axivî.
Bedran dibêje, dema mirov hestên xwe bi rêya muzîkê îfade dikin, ew kêliyên jiyanê yanî hezkirin, êş, destan û çîrokan bi şêwaza muzîkê îfade dikin: “Muzîk neynika civakê û mejiyê hunerî ye. Muzîk mirovan azad dike û bi xwe re aştiyê tîne. Her wiha çand û huner ji bo gelên mezlûm û bindest çekeke herî mezin e. Muzîk serîhildan e û parastina mafan e.”
Şoreşê muzîk geş û germ kir
Azad Bedran salên 1980’yî bi bîr dixe ku weke kelecaneke mezin bi nav dike, û dibêje: “Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hemleyeke nû di sala 1984’an de dest bi şerê çekdarî kir, bi xwe re agirê hunerî germ kir. Hingê gelek kom hatin avakirin û heta roja îro gelek berhemên girîng ji hunerê Kurd re hiştin. Niha yek ji çekên herî xurt ên Kurdan muzîk e.”
Azad Bedran muzîkê weke karekî hestyariyê dibîne û dibêje, “Bê hest ti mirov nikare xwe bigîhine civakê. Divê di berheman hemûyan de mirov xwe bibîne û xwe bigihîne civakê. Ji ber ku hunermend pêşeng in û divê di her warî de ji bo civakê pêşengtiyê bikin. Divê li her cihî dibistan û akademiyên muzîkê werin vekirin. Em felsefe, hunerê Kurdî bixwînin û her tişta ku di hunerê Kurdî de qewimîye karibin îfade bikin. Wê gavê tiştekî gelekî baş wê derkeve holê. Divê em hunerê xwe bi pêş bixin û karibin ji daxwazên civakê re bibin bersiv.”
Hozan Serhed bandor lê kiriye
Azad Bedran ji bo cihê dengbêjiyê di nava muzîka Kurdî de jî wiha dinirxîne: “Dengbêjan hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re got. Ji bo vê yekê huner ji bo Kurdan gelek girîng e. Weke kes dema ku min dest bi muzîkê kir ez gelek bi şens bûm. Wê demê mamosteyên herî baş li navenda Dîcle û Firatê bûn û li wir wan ez perwerde kirim. Niha jî tişta hîn bûme, hînî zarokan dikim. Dema min dest bi tembûrê kir Hozan Serhed bandoreke mezin li min kir.”
Yekîtiya Kurdan lazim e
Azad Bedran li ser yekîtiya neteweyç ya Kurdan jî di dawiyê de dibêje, “Pêwîst e aliyên siyasî hemû demildest werin cem hev, ji bo yekitî û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd xebatê bikin.”
ANF/AMED