Orkestraya Tîgrîs Oda ya li Amedê kar dike, ji bo muzîka Kurdî bi cîhanê bide naskirin projeyan diafirîne. Orkestra Tîgrîs Oda ya ji 35 kesan, ku di nav de mamoste, karmend, xebatkarên kargehê û xwendekarên Hunerên Bedew cih digirin, muzîka rojava û rojhilat sentez dike. Ji bilî amûrên muzîka rojava ya klasîk, kom cih dide amûrên Rojhilata Navîn ên weke bilûr, ney, sentûr, tembûr û perkusyonê. Koma ku destpêkê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û hin rojên taybet de derket ser dikê, biryar da xebatên xwe berfirehtir bike. Kom, muzîka rojavayî bi çanda xwe ya cewherî re li nava hev dixe û bi guhdarvanan re parve dike.
Pirsgirêk cih a li pêşiya xebatên komê asteng bû, ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat çareserkirin. Orkestra Tîgrîs Oda xebatên xwe yên muzîkê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê dimeşîne. Weke kemanjena sereke ya orkestrayê Dîdem Doger, derhênerê hunerê Mûstafa Demîr, şefîtî û maestrotiya orkestrayê jî Serhat Atalay dikin. Demîr da xuyakirin, ku di dema dawî de eleqeya ji bo muzîkên Rojhilata Navîn bi balkêşî zêde bûye û ji ber xwestine bi taybetî muzîka Kurdî bi cîhanê bidin naskirin wan Orkestra Tîgrîs Oda ava kirine. Demîr diyar kir ku orkestra li Amedê bi eleqe û xweşbînî hatiye pêşwazîkirin. Demîr anî ziman, ku ew ê di demeke nêz de destaneke gel a bandor li dîroka Kurdistanê kiriye bi muzîka xwe re kompoze bikin û li qada navneteweyî pêşkêşî otorîteyên muzîkê bikin û destnîşan kir ku ew ê rewşa otantîk a vê berhemê biparêzin.
Dê muzîka fîlman amade bikin
Demîr got, “Armanca me ne afirandina berhemeke entegrebûyî ye, em dixwazin berhemeke rasteqîn a muzîka Kurd bi otorîteyên muzîkê yên klasîk ên cîhanê bidin qebûlkirin. Eger em nikaribin vê bicih bînin, hingî berhem wê bi navê muzîka rojavayî ya klasîk a ji gotinên Kurdî bê bîranîn. Di bingeha vê hesasiyeta me de, gumanên me yên hunerî û eleqeya me ya li muzîka Kurdî, hene.”
Demîr ragihand ku li gel vê destana Kurd, di dema pêş de gelek projeyên wan hene û anî ziman ku yek ji van jî ‘ji nû ve berhevkirina muzîkên fîlmên mora xwe li dîroka sînema cîhanê xistine’ ye. Demîr destnîşan kir ku di vê projeyê de wê berhemeke girîng a sînemaya Kurdistanê jî cih bigire.
DENÎZ OGÛZSOY/ AMED