Înîsiyatîfa Welatiyan a Bärendelle ya li bajarê Elmanyayê Essenê, 2´yê Sibatê konsereke ji rêza Mûzîk Digihîne Hev organîze dike. Konsera ku wê li “LüttringHaus” a li navnîşana Gervinusstraße 6 a li Essen-Frohnhausenê bi rê ve biçe, ya du muzîkjenên ciwan ên Kurd e. Îsmaîl Xudêda û Elî Huseyîn wê muzîkên gelêrî yên Kurdî û muzîkên dawetan lêxin û stranan bibêjin. Îsmaîl Xudêda li tembûrê dixe û Elî Huseyîn jî stranbêj e.

Înîsîyatîfa welatiyan xelkê vedixwîne da ku beşdar bibin û dibêje, piştî konserê hûn dikarin bi muîzkjenan re bipeyivin û xwarinên Kurdî bixwin. Di heman rêza konseran de 26´ê Nîsanê Benjamin Stein û hevalên wî wê li ûd, santûrê bixin, 23´yê Tebaxê jî Diémory Kouyaté û hevalên wî wê muzîka rojavayê Efrîkayê lêxin.

 

ESSEN