Hunermend Hasret Gultekin 2´yî Tîrmeha sala 1993´yan li otela Madimakê ya li Sêwazê, tevî 34 ronakbîr û hunermendan bi destê girseyeke hov a nijadperest hatibû şewitandin. Muzîkala li ser jiyana wî ya bi navê "Yarım Bırakılmış Hayatlar: Hasret (Jiyanên nîvco hiştî: Hasret)" li Frankfurtê hat nîşandan.

Şirin Aktemur ev muzîkala yek kesî nivîsiye û derhêneriya wê kriiye. Lîstikvanî û sêwirandina hunerî jî karê Mert Kiliç e. Komeleya ciwanan û Çandê DÎDF-Frankfurtê bi karê organîzasyona nîşandana muzîkalê rabû û Saalbau Griesheimê muzîkal bi beşdariya gelek temaşekera hat nîşandan.

Muzîkal ji zarokatiya Hasret Gultekinî heta bi roja li Madimakê hat qetilkirin, behsa jiyana wî dike.

Di muzîkalê de dîmenên şewitandina Madimakê. êrişên li dijî Sûruc û Gara Enqere jî hene. Muîkal bi strana ku kurê Hasretî, Ronî Gultekin dibêje, bi dawî dibe.

Muzîkal wê Tîrmeha li pêşiya me li gelek bajarên Ewrûpayê bê nîşandan.

 

NAVENDA NÛÇEYAN