Sendîkaya Muzîsyenên Brîtanî (Musisians’ Union-MU) tevlî kampanya ku doza azadiya Rêber Apo dike, bû. Ev sendîka li Meliktiya Yekbûyî temsîla bi deh hezaran muzîsyenan dike.
Sendîkayên li Brîtanyayê ji bo doza Rêber Apo bikin, kampanya Azadî ji Ocalan re dabûn destpêkirin. Sendîkayên UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU kampanyayê destek dikin û bi rê ve dibin. Bêhtirî 5 milyon endamên van sendîkayan hene.
Sendîka gelek beşên cuda yên civakê temsîl dikin. Yek ji wan jî PROSPECT e ku zanyar, hunermend, endezyar û midûr endamên wê ne. Qederê 183 hezar endamên wê hene. Thompsons Solicitors jî temsîla bi sedan parêzerî dike.
Herî dawî sendîkaya MU tevlî kampanyayê bû ku ev sendîka temsîla zêdeyî 30 hezar muzîsyenî dike. Tevî sendîkaya MU’yê di Gulanê de beşên Unite South East Regional Committê, Unite Civil Air Transport Section, Unite Branch 7687, Unite Fylde Coast û Unite Doncaster NE/Sec1 ên ser bi sendîkaya Unite jî tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bûn.
Stranên azadiyê awaza tyêîkoşîna navneteweyî ne
Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ (Freedom for Ocalan) piştgiriya Yekîtiya Muzîsyenan silav kir. Kampanyayê destnîşan kir ku muzîk li tevahiya cîhanê di nava dînamîzma tevgerên civakî de bi roleke bingehîn radibe.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di têkoşîna dijî rejîma Apartheid de ya li Efrîkaya Başûr, muzîkê li qada navneteweyî roleke girîng lîstiye û hate gotin, “Muzîkê dengê xwe da dengê yên bêdeng û kir ku neheqiya li reşikên li Efrîkaya Başûr tê kirin bê dîtin û bihîstin.”
Kampanyayê bal bire ser rola muzîkê ya di nava berxwedana li dijî zilmê de û diyar kir ku “Stranên azadiyê her tim ji bo çîna karker a rêxistinbûyî bûn awaza têkoşîna navneteweyî.”
NAVENDA NÛÇEYAN