Li navçeya Soran li dijî çekên bêdestûr pêngavek hate destpêkirin û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin ku çekên bêdestûr werin qedexekirin.

Li navçeya Soran ji aliyê rêxistinên sivîl û bi piştevaniya Enstitûya Referandûm û Pêşkevtinê (RID) û Rêxistina NPA ve bi dirûşmeya ‘Na ji bo hilgirtina ji çekên bêdestûr re’ bi daxuyaniyekê pêngavek hate destpêkirin.

Daxuyanî ji aliyê Dilşad Balekî ve hate dayîn. Dilşad Balekî diyar kir ku pêngava wan ji semîner, panel û belavokên hişyariyê pêk tê û got, wê li Soran, Çoman, Rewandiz, Mêrgesorê çalakiyan li dar bixin. Herwiha diyar kir ku wê kar bikin ku hikûmet çekên bêdestûr qedexe bikin.

 

ROJNEWS/SORAN