Komîte bi tevlîbûna gelek partî, rêxistinên civaka sivîl, kesayet û reweşenbîran li Pirtûkxaneya Giştî ya Xaneqînê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.
Yek ji endamên Komîteyê Mehmûd Bustanî got: “Me Komîteya ‘Na ji Dagirkeran re!’ li dar xist. Roja yekşema li pêşiya me, em ê civîneke din jî li dar bixin. Ji bo ku em ji çalakiyên li dijî dewleta Tirk ên li Xaneqînê re amadekariyên pêwîst bikin.”
Di Komîteyê de Tevgera Azadî, YNK, Tevgera Goran, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Partiya Sosyalîst, Rabîteya Ehalî Bêyt, Sendîkaya Karmendên Tenduristî û gelek kesayet û rewşenbîrên bajarokê Xaneqînê jî cih digrin.
BERHEM LETÎF / ROJNEWS / XANQÎN