Di civîna Koma Partiya Demokratîk a Gel de parlematerê HDP´ê yê 87 rojan girtî ma, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de peyivî. Baluken got, “Divê îro Hevserokê Giştî yê HDP’ê Birêz Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê, biaxiviyana.” 

Serokwekîlê Koma HDP’ê yê berê û parlamenterê Amedê Îdrîs Baluken piştî 87 rojan girtî ma, 30’ê Çile hat berdan. Piştî ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di 4’ê Mijdara 2016’an de hatin girtin, di civînên komê de Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diaxivî. Lê piştî ku Ayhan Bîlgen di 31’ê Çile de hat girtin, cara sêyemîn xetibê partiyê di nava 4 mehan de cara sisiyan guherî.  Baluken di axaftina xwe de bi gotinên “Divê îro Hevserokê Giştî yê HDP’ê Birêz Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê biaxiviyana” îşaret bi vê yekê kir. 



Ne tîpa F tecrîdeke bê tîp


Baluken çîşaret bi girtina Meral Daniş Beştaş û birêz Ayhan Bîlgen jî kir û wiha behsa tecrîda parlemanterê girtî kir: “Yên ku divê di bin banê Meclîsê de ne li girtîgehê ne. Ew hevalên me yên ku divê karên xwe yên qanûnçêkirinê bi cih bînin. Lê heke îro li girtîgehê di bin tecrîdê de bin, min 3 mehan heman rewş dît, divê ev yek bi awayekî aqilane bê nîqaşkirin.” 
Baluken, da zanîn ku ew dê sekna xwe ji niha û şûn ve jî wekî berê bidomînin û wiha peyivî: “Her kesî şeva 4’ê mijdarê dit. Ez wekî wekîlekî hatiye hilbijartin û wekîlê partiyeke ku 6 milyon dengê gel stendiye şev nîvê şevê hatim binçavkirin. Em bi maşîneyên Ranger û bi helikopteran birin refandin. Me nizanîbû berê me bi ku ve ye. Hem girtina me hem jî hucreya ku em dê lê bên girtin berê hatibû diyarkirin. Cihê me ji berê de li kêleka DAÎŞ’ê diyar kirî bû.” 



Terora li dijî HDP´ê bi rêya lîncê


Baluken, destnîşan kir ku ev pêvajo ji aliyê siyasetê ve tê diyarkirin û got: “Em dibînin ku daraz bûye destikê siyasetê. Hiqûq nemaye. Li aliyê din li dijî HDP’ê lînceke mezin heye. Lînca li hemberî HDP’ê hewldana terorê ye. Dixwazin terora li hemberî HDP’ê rewa bikin. Îdîanameya ku der barê me de hatiye amadekirin hemû ji axaftinên me yên li meclîsê pêk tê. Ji bilî axaftinên me yên li meydanan û meclisê tiştekî din nîne. Me li kolanê çi gotibe me li meclîsê jî heman tişt gotiye. Me li meclîsê çi gotibe me li kolanê jî ew gotiye.” 



Divê şertên adil bên afirandin


Baluken, da zanîn ku ew di pêvajoya referandumê de ne û di vê pêvajoyê de Hevserokên partiya wan, wekîlên wan û hevşaredarên wan tev girtî ne û got: “Divê daraz û Qanûna Bingehîn erk û peyvira xwe pêk bîne. Derdê me ew e ku hiqûq û Qanûna Bingehîn peyvira xwe pêk bîne. Ger ku Dadgeha Qanûna Bingehîn erka xwe pêk neîne dê li holê hiqûq û qanûn nemîne. Di van şert û mercan de rewatiya referandumê cihê niqaşê ye. Hevserok jî di navde 10 parlamenterên partiya 3’emîn a Meclîsê girtîn e. Bi hezaran xebatkar endam û rêveberên wê girtî ne. Bi vî rengî hilbijartina demokratîk û adîl ne pêkan e. “ 
Baluken ji ber vê yekê wiha xwest ku şertên adil werin afirandin: “Çawa ku birêz Yildirim, Kiliçdaroglu, Bahçelî û Erdogan di pêvajoya referandumê de li ser xebatên siyasî ne, divê Birêz Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî li ser xebatên xwe yên siyasî bin. Divê rojnamegerên muxalif ên wekî Înan Kizilkaya, Murat Sabuncu, Ahmet Şik bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman û li ser karê xwe bin. Divê ji bo dengên ‘Erê’ û ‘Na’ rewşeke wekhev bê avakirin.” 



Bi dengekî bilind gotina ‘na’


Baluken, herî dawî got, mafê wan ê gotinê hatiye binpêkirin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Ez wekî endamê partiyeke ji siyasetê derkirî, ez ê bi dengekî xurt mafê xwe yê ‘na’ bi kar bînim. Di vê referandumê de her dengekî ‘na’ dê êşa me, qedexeya kolanan, xerakirina bajaran, û tundiya li ser me bîne ziman. Dê vîna ku di girtîgehan de hatiye hepiskirin bîne ziman. Di rewşek wisa de ger ku hilbijêrên HDP’ê dengê xwe bikar neînin naxwe kî wê bi kar bîne!”