Naaz stranbêjeke Kurd a Holandayê ye. Ew ne tenê sranbêj e, ew stranên xwe çêdike û gotinan jî ji wan re dinivîse. Ew beşdarî bernameya Holland’s Got Talent (Behremendiya Holandayê heye) bûbû û kêm hatibû nasîn. Bi navê temamî Naaz Mohammed, li Holandayê li bajarê Gorinchem ê nêzî Rotterdamê 1998´an hatiye dinê. Dê û bavê wê bi xwe di dema şerê Kendavê de ji Başûrê Kurdistanê pena xwe gihandine Holandayê. Naaz sala 2014´an beşdarî bernameya Holland’s Got Talent bû, lê hîna nû sala 2017´an bi stranên “Words” û “Up to Something” hat naskirin. Muzîka wê zêde naşibe ya beşdarên Holland’s Got Talentê. Ecêb û balkêştir in. Strana wê ya dawî damage :-() nazenîn û harîqulade ye; ji ber ku bi awayekî kubar, hêdî hêdî dinepixe yê elektro-popa wê heye serketî ye; behsa xwe carinan tenê û tine hiskirinê dike. Rast e ku melankoliyek tê de barkirî ye, lê optîmîzma wê ileh xwe li nav dev û rûyê mirov dixe.

 

AMSTERDAM