Têkildarî dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Serokê Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih, got: “Nabe ji ber pirsgirêkên siyasî, yan pirsgirêkên kesek yan jî du kesan dor li hezaran penaberan were girtin.”

197 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî didome. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heya niha sedemê dorpêçê bi zelalî ji raya giştî re eşkere nekiriye. Li ser vê mijarê Serokê Koma Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih axivî.

Elî Heme Salih da zanîn ku wan beriya niha şandeyek şandine kampa Mexmûrê û bi fermî daxwaz ji Wezareta Hindirîn a Herêma Kurdistanê kirine ku sedemê dorpêçê eşkere bike.

Heme Salih got; “Nabe ji ber pirsgirêkên siyasî, yan pirsgirêkên kesek yan jî du kesan dor li hezaran penaberî were girtin. Ger kesek sucê wî hebe divê ew kes tenê baca wê bide ne bi hezaran welatiyên sivîl baca wê bidin.”

 

 ROJNEWS/HEWLÊR