Bavê çalakgerê rojiya mirinê Îhsan Bûlûtî, Ahmet Bûlût nerazîbûna xwe ji bêdengiya civakê îfade kir û xwest, daxwaza çalakgeran a bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan bê qebûlkirin.

HAMDULLAH KESEN / MA / EDENE

Kurê Ahmet Bûlûtî, Îhsan Bûlût li Hepsa Tîpa F a Wanê li dijî tecrîdkirina Abdulah Ocalan li Îmraliyê, di rojiya mirinê de ye; Ahmet Bûlût bang li parazvanên demokrasiyê kir û got, “Bêdeng nemînin, bila mirov nemirin.” Bav Bûlût wekî din bang li rayedarên dewletê jî kir û got, “Bila daxwazên wan pêk bên.”

Li Hepsa Tîpa F a Wanê, Îhsan Bûlût di 23’yê Sibatê de li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û di 30’yê Nîsanê de jî tevî 14 hevalên xwe çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê.

Ji ber protestokirina komkujiyê di hepsê de ye

Îhsan Bûlût, wexta xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çûkûrovayê bû ji ber ku tev li protestokirina Komkujiya Roboskiyê bû, hat girtin û 15 sal ceza lê hatin birrîn. Lê belê di Adara 2015’an de Dadgeha Bilind cezayê Bûlût xera kir û hat berdan û ji nû ve hat dadgehkirin û vê carê jî 7 sal cezayê hepsê lê hat birrîn.

Îhsan Bûlût, di 21’ê Mijdara 2015’an de ji ber li Gevera Colemêrgê çû şîna hevalê xwe Seyîthan Dede ku bi guleya polîsan hat qetilkirin, polîsan gule lê reşandin û ji her du lingên wî birîndar kirin. Îhsan Bûlût 4 mehan li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Wanê hat dermankirin. Piştî dermankirinê, ji ber ku cezayê wî hat pesendkirin, hat girtin.

Ji feqîriyê nikare kurê xwe zêde bibîne

Bavê Îhsanî, Ahmet Bûlût diyar kir ku rojên şemiyan kurê wî bi telefonê pê re dipeyive. Bûlût got, herî dawî di Kanûna 2018’an de ji bo hevdîtina vekirî ew çûye hepsê û ji wê rojê heta niha, wî kurê xwe nedîtiye. Bûlût, got, “Rewşa me ya aborî nebaş e. Her wiha pirr dûr e, loma nikarim biçim. Ez bi şev notirvaniyê dikim û wiha debara xwe dikim. Li wir xizmên me hene, diçin cem wî.”

Mirov doza mafên xwe dikin

Bav Bûlût, bi bîr xist ku kurê wî tevî 14 hevrêyên xwe 30´ê Nîsanê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger, veguherandiye rojiya mirinê û got, “Ew biryara bi îradeya wan e. Ez rêzê ji biryara wan re digirim.“

Bav Bûlût bêdengiya civakê beramberî çalakiyên greva birçîbûnû û rojiya mirinê jî rexne kir, jê nerazîbûna xwe îfade kir û xwest berî mirov bimirin, daxwaza çalakgeran a bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê bê qebûlkirin. Bavê Îhsanî Bûlûtî, Ahmet Bûlût, bang li Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulhamit Turk kir û got, “Daxwaza girtiyên çalakger pêk bînin. Hûn behsa Îslamiyet û mirovahiyê dikin. Divê dewlet bi qasî Venezuela û Filistînê, me jî bibîne. Bang li demokrasîparêz û mirovahîparêzan dikim. Mafên me jî hene. Mirov doza mafên xwe dikin, bila nemirin. Bila kes bêdeng nemîne û ti kes jî nemire.”