33. Rûniştinên Meha Îlonê ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ê di roja 3’yemîn de didome. Di rûniştinên duh de Komxebata  Windakirinên Bi Zorê ya NY ê rapora xwe ya piştî ziyareta Tirkiyeyê amade kiribûn, pêşkêş kirin.

Rapora Serokê Komxebata Windakirinên Bi Zorê ya NY ê Hoûrîa Es-Slamî balek mezin kişand ser xwe. Slamî ragihand ku belge gihiştine ber destên wan ku jinên Êzîdî yên ji hêla DAÎŞ’ê dîl hatine girtin, li Tirkiyeyê hatine firotin.

Slamî bi berdewamî got ku di 14-18’ê Adarê de dema serdana Tirkiyeyê de xwestine bi rayedarên wezaretan re baxivin, lê wezîr nehatine hevdîtinê, her wiha ragihand ku di berdewamiya ziyaretê de bûne şahidên operasyonên leşkerî yên li herêmê.

Slamî got “têkoşîna bi terorê re nikare bibe hinceta windakirin û înfazan’, diyar kir ku dema serdanê de li ser bûyerên li herêmê bi awayekî cîdî nerehet bûne. Slamî bi lêv kir ku mirov nikarin bigihêjin parçeyên xizmên xwe yên di şer de hatine windakirin.

Slamî bi bîr xist ku operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê dibe bingeha binpêkirinên mafên mirovan, bang li Tirkiyeyê kir ku Hevpeyaman Windakirinên Bi Zorê ya NY îmze bike. 


CENEVRE