Di çalakiyên li seranserê Ewrûpa yên li dijî tecrîdê de du peyam derketin pêş. Ya yekê ew bû ku divê berxwedana li dijî tecrîdê bê xurtkirin ya din jî ew bû ku êdî bêndegiya saziyên Ewrûpî û CPT´yê nabe bê qebûlkirin.
Li Belçîka, Swîsre, Elmanya, Holanda û Awusturyayê Kurdistanî daketin meydanan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Kurdistaniyan piştgiriya xwe ya bi çalakgerên greva birçîbûnê ya bi heman armancê re jî da zanîn.
Li paytexta Belçîkayê Brukselê, li ber Parlamena Ewrûpayê (PE) li dijî tecîrdkirina Ocalan çalakiyek hat kirin û ji saziyên Ewrûpî hat xwestin ku êdî dawî li bêdengiya xwe ya kujer bînin. Konseya Demokratîk a Civaka Kurd li belçîkayê (NAV-BEL) çalakî organîze kir. Di çalakiyê de wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê jî hatin hilgirtin.
Hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Goksungur li meydana çalakiyê axivî û got, “Daxwaza wan daxwaza me ye.” Wê ji YE, PE, Konseya Ewrûpa, CPT û NY´yê xwest ku êdî dawî li bêdengiya xwe bînin.
Roj a xurtkirina berxwedanê ye
Hevserokê KONGRA GEL Remzi Kartal jî di çalakiyê de peyivî û got, “Ji bo ku em bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê, em li vir in. Muxatebê berxwedana wan gelê me ye.” Kartal berpirsiyariya hikûmetên Ewrûpî û CPT´yê jî bi bîr xist û got, “Nabe ku hûn li hemberî tecrîdê bêdeng bin.” Kartal wiha bang li gelê Kurd kir: “Roj a xurtkirina berxwedanê ye.”
NAV-BEL´ê jî da zanîn ku hikûmeta Belçîkî, saziyên Ewrûpî û CPT li ser encamên drametîk ên bêdengiya xwe hatine agahdarkirin û got, “Bêdengî bi temamî bêpersiyarbûn e. Ew prensîbên xwe binpê dikin.”
Kampanyaya nameşandinê
Li ser banga Platforma Piştevaniya Grevên Birçîbûnê, li bajarê Swîsreyê Baselê çalakger li Marktplatzê civiyan ku avahiya Parlamena Kantonê lê ye û wan ji wir dest bi meşê kir.
Di meşê de wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê û çalakgerên li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kirî, hatin hildan.
Çalakgeran piştî meşê li Claraplatzê çalakiya rûniştinê ya bêdeng kir. Nûnerê platformê li cihê çalakiyê axivî û diyar kir, grevên birçîbûnê êdî ji asta krîtîk jî bihurîne, lewma divê berxwedana li dijî bêdengiya sazî û dewletên navneteweyî bê mezinkirin.
Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê jî, bi pêşengiya komîsyona çandê, kampanya name şandinê pêk tê. Kurdistaniyan di vê çarçoveyê de li ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê name ji saziyên navneteweyî û akademîsyenan re şandin.
Bêdeng nemînin
Kurdistaniyên li paytexta Awusturyayê Viyanayê, ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê dezgeh danî.
Çalakgeran êlekên bi nivîsa “Bêdengî dibe sedema mirina mirovan, 7000 kes di greva birçîbûnê de ne, bêdeng nemînin” li xwe kirin û bang li hikumetê û rêxistinên civakî yên sivîl kirin da ku bala xwe bidin ser mijarê. Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin û xwendin.
Li bajarê Holandayê Den Haagê (Laheyê), li ber avahiya Parlamena Holandayê çalakiyek hate lidarxistin û bêdengiya saziyên navneteweyî hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de belavokên bi Hollandî û Îngilîzî hatin xwendin û ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê bang hate kirin.
Grevên birçîbûnê bibînin
Li bajarê Elmanyayê Stuttgart ê jî Kurdistanî bi heman armancê daketin meydanan. Çalakî pêr êvarê li ber Gara Navendî ya Trênan (HBF) pêk hat û li ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyê dikin, belavok hatin belavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN