Sendîkaya Rojnamevanên Elman (DJU) şîrketa Fransayê Eutelsat şermezar kir ku li ser daxwaza RTUK’ê weşanên Med Nûçe û Newroz TV sekinand. Federasyona Çapemeniyê ya Îtalyayê jî destek da Med Nûçe ku bi hevkariya AKP-Eutelsatê weşana wê hatiya sekinandin. Federasyonê ji ber Erdogan hişyarî da Ewropayê.

DJU destek da Med Nûçe û Newroz TV û ragihand, sekinandina weşanên televîzyonên Kurd li ser daxwaza hikûmeta Tirk ji aliyê şîrketa Eutelsatê ve, ne ya qebûlkirinê ye.

Midûra Giştî ya DJU Cornelîa Hass li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dewleta Tirk li derveyî sînorên xwe jî dixwaze çapemeniyê li Ewropayê bêdeng bike. Hass da xuyakirin, ku astengkirina azadiya çapemeniyê li Ewropayê, ne ya qebûlkirinê ye û destnîşan kir, Eutelsatê bi rengekî eşkere destek daye rejîmeke zordar.

Hass anî ziman, ew destekê didin daxuyaniya Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) a li ser dewamkirina weşanên Med Nûçe û Newroz TV û got, “Divê Eutelsat derhal destûrê bide ku her du qenalên televîzyonê ji nû ve dest bi weşanê bikin.”

Hass ragihand, ku weke Sendîkaya Rojnamevanên Elman ew rewşa girtina 20 qenalên televîzyonê li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û got, “Desteserkirina studyoyên qenalên televîzyonê yên li Tirkiyeyê hatin girtin, fikarên me zêde kirine.”

22 hezar rojnamevan endamê Sendîkaya Rojnamevanen Elman (DJU) ne û ev sendîka yek ji rêxistinên sereke yên rojnamevanên li Elmanyayê ye.

Nerazîbûnek jî ji Îtalyayê 

Li dij zextên li ser çepemenî û ragihandina Kurd nerazîbhunek jî ji Îtalyayê hat. Federasyona çapemeniyê ya Îtalyayê zext şermezar kirin û têkildarî mijarê îro daxuyaniyekê dide çapameniyê. 

Federasyona Çepemeniyê ya Îtalyayê têkildarî girtina Med Nûçe daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de agahî hate dayin ku îro li Romayê wê konferansa çapemeniyê were dayîn. Federasyonê diyar kir, divê çapemeniya Îtalyayê li pêşberî tarîkirina qenalên televîzyonê yên li Ewropayê bêdeng nemînin û wiha dewam kir; “Di navbera Eutelsat û Tirkiyê de berjwendiyên xurt ên bazirganiyê hene. RTUK’ê ji Eutelsatê xwest ku Med Nûçe were girtin. Beriya vê bi demeke nêz jî li Tirkiyeyê 12 televîzyon û 11 radyo hatin girtin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Tirkiyê ku bûye dewleteke dij-demokratîk zextên ku mînaka wan nayê dîtin pir zêde bûne û hat gotin, “80 hezar endamên darazê, parêzer, mamoste û nûçegihan hatine girtin an jî tasfîyekirin û bûne goriyên vê pêla çewisadinê.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, “Divê ev baş were zanîn stratejiya çewisandinê ya Erdogan ji sînorên Tirkiyê derbas bûye û gihaştiye asteke bilindtir.”


BERLÎN / ROMA