Li Tirkiyeyê di sala 2009'an de li gelek bajaran bi navê "KCK'ê" operasyon hatin lidarxistin gelek siyasetmedarên Kurd, rojnameger û parêzevanên mafên mirovan hatin giritn. Bi sedan siyasetmedarên Kurd ên 3 salin girtîne daxwaza "parasitina bi Kurdî" ji ber ku di Peymana Aştiyê ya Lozanê de Kurd nîjad nîn in daxwaza parastina bi Kurd ji aliyê dadgehan ve nayê qebûlkirin. Di nav sedan kesên daxwaza wan ya parastina bi Kurdî nayê qebûlkirin Îlhamî û Mazlum Ozagar ên birayên hev jî hene. 10 rûniştinin Ozagar dixwazin bi "Kurdî" parastina xwe bikin û ev yekê ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve bi gotina "Bi Kurdî hinek tişt gotin lê nayê fêmkirin" derbasî girdekan dike.

Hincet mitînga Roja Aştiyê ye!

2 birayên hev ên di heman dosyayê de bi îdîayên "Li gel endamê rêxistinê nîn e li ser navê rêxistinê xebat kirin" û "Çalakiyên dijzagonî plansaz kirin" tên darizandin û ji bo vê yekê jî tevlîbûna mitînga Roja Aştiyê hincet tê nîşandan. Têkildarî darizandina Ozagaran tu wêne û dîmenên tevlî çalakiyan bûn tuneye bû bi îdîaya "Ligel ku di nav hiyerarşîka rêxistinê de cih nakirin bi daxwaz û zanebû alîkariya rêxistinê kirin û ev yekê hate fêmkirin" tên sûcdarkirin. Birayê Îlhamî û Mazlum Huseyîn Ozagar jî diyar kir ku ji ber her du birayên wî hatin girtin û bi tena serê xwe berê xwe dide malbata xwe di aliyê aborî de gelek zehmetiyan dikêşin û wiha axivî: "2 salin ji ber ku 2 birayên min cezayê dîsîplînê girtin ez hevdîtina vekirî bi wan re nakim. Ji ber wê yekê dayîk û bavên min ji dadgehê heta dadgehê tên. 2 biryarên min ji ber ku bi Kurdî dixwazin parastinê bikin serbest nayên berdan. 5 kesên bi birayên min re tên darizandin serbest in û wisa tên darizandin." Ozagar, da zanîn ku birayên wî nêzî 3 salin di girtîgehê de tên girtin û ew gelek mexdur in. Ozagar, bilêv kir ku mexduriyeta wan tenê bi vê yekê nîne birayên wî li girtîgehê rastî muameleya xerab tên.

'Heke li Tirkiyeyê edalet heba...'
Huseyîn Ozagar, îdîa kir ku piştî rûniştinê dema birayên wî birin girtîgehê di ketina girtîgehê de ji aliyê gardiyanan ve hatin darpkirin û wiha pê de çû: "Gardiyayan xwest ku her du birayên min tazî bikin û wisa lêgeîrînê bikin. Ji ber ku qebûl nekirin hatin darpkirin. Tiştên jiyîn bi wê rojê bî sînor neman û ji wê rojê heta niha her tim cezayên dîsîplînê didin birayên min. 2 salin ez nikarim bi birayên xwe re hevdîtina vekirî bikim."
Ozagar, bertek nîşanî girtina her 2 birayên xwe yên nêzî 3 salin di girtîgehê de ne û wiha got: "Heke li Tirkiyeyê edalet hebe bê sedem 2 birayên min û malbata min mexdur nedibûn. Daxwaza her du birayên mina a bi Kurdî daxwaz herî mafdar e. Em malbat piştgiriyê didin wan."

 MUTHA ÇETÎN -DÎHA/STENBOL