Şaban, destnîşan kir ku eger di civînên rojên pêş de ENKS'ê nikaribe nûnerên xwe yên Lêvegera hevpeymana Duhokê diyar bike, dê li berpirsên xwe di partiyan de vegerin û hewl bidin kongreye ENKS'ê bê lidarxistin.

 Li ser pirsa çima ENKS'ê nikare pirsgirêkên xwe çareser bike Şaban got ku sedema sereke ya neçareserkirina pirsgirêkan Partî Demokratî Kurdistan Sûriyê (PDK-S) ye û wiha axivî: “Ji ber ku PDK-S'ê bi israr xwe zêdeyî partiyên din dibîne û dixwaze nûnertiya wê di Lêvegera Siyasî de 4 endam bin, pirsgirêkê çareser nabin. ENKS'ê ji 9 partiyan û sed kesayetên serbixwe pêk tê û PDK-S'ê yek ji van partiyane mafê wê wekî partiyên din e.” Derbarê daxuyaniyên TEV-DEM'ê ku dibêje ew ne amade ne ji bo nakokiyên ENSK'ê destkeftiyên gel winda bikin, Şaban wiha got: “Raste gel li benda partiyekî yan jî aliyekî namîne, gelê me dê rêveberiya xwe bidomîne.” Derbarê pirsgirêkên di nava ENKS’ê de Şaban diyar kir ku di dawiyê de divê ew li gel vegerin, gel bingeha her tiştî ye. Eger hat û civînên ENKS’ê bi encam nebûn, ew ê daxwaza Kongreyeke berfireh bikin. Şaban got: “Niha di civînên ENKS'ê de nûnerên Efrîn û Helebê nînin. Me jî di vî warî de rapor nivîsî. Kesek li Qamişlo nikare nûnertiya Efrînê bike.”

DILYAR CEZÎRÎ