Şahoz Hesen: “Em bînin bîra xwe çawa êrişî Efrînê kir, di dilê wî de heye êrişî her derê bike. Ji bo vê, divê em gelê Kurd gelên li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya Erdogan xurtir bikin û bidomînin.“
SEYÎD EVRAN / ANF /QAMIŞLO
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen got, ên ku tevlî civîna çaralî ya li Stenbolê bûn, li hev nakin û nakokî di nav wan de hene.
Şahoz Hesen li ser civîna çaralî ya li Stenbolê ya bi beşdariya Rûsya, Tirkiye, Elmanya û Fransayê axivî. Hesen got, sedema lihevnekirina wan, hesabên wan ên li ser Îdlibê ne.
Xeteriya şer tim heye
Şahoz Hesen got, demeke dirêj e ji bo vê civîna çaralî amadekarî hebûn û wiha peyivî: “Heta dihate gotin wê Fransa, Rûsya, Tirkiye û Îran bicivin, piştre ev rawestiya. Ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê, bê ka wê çawa çareser bibe, trafîkeke dîplomasiyê heye ku her alî bikare tê de berjewendiyên xwe biparêze. Ji ber ku berjewendiyên wan nakok in, bi pirsgirêk in. Piştî ku mesela Îdlibê hinek bêdeng bû. Niha her kes dixwaze vê rewşê ji bo xwe bi kar bîne, di warê çareseriyê de gav bê avêtin. Heger gav neyê avêtin, xetera şer tim heye. Dema mirov li ser bejahiyê li mijarê dinêre, heta niha gavên avêtî ti çareserî bi xwe re neaniye. Di helwêst û nêzîkatiyan de hê jî nakokî hene. Daxwazên DYE´yê cuda ne, yên Rûsyayê cuda ne, yên Tirkiyeyê cuda ne û yên Fransayê cuda ne. Jixwe, daxuyaniyên aliyên li ser heman maseyê rûniştibûn jî ji hev cuda bûn. Ji van daxuyaniyan mirov dibîne ku nakokiyên wan kûr in û li ser mijarê li hev nekirine. Hatiye gotin, divê hewldanên çareseriyê bên xurtirkirin. Bi gotinên wan divê heta serê salê di warê destûra bingehîn de hinek gav bên avêtin. Bi dîtina min, ev wisa bilezînin dibe ku hinek gav bên avêtin, lê ev yek ji ber nakokiyên wan nabin. Ji ber ku De Mîstûra eşkere gotibû, rejîm napejirîne. Ji bo wê, di vê rêbazeke din bibînin. Ew jî, wê rêbazeke çawa be hê ne diyar e û nîqaş li ser tên kirin. Li hemberî vê jî wê helwêsta rêveberiya Bakûrê Sûriye û muxalefetên (çeteyên li Îdlib û derdorê) ên li Sûriyeyê wê çi be ji niha ve ne diyar e. Hewldan û rêbazeke ku ji bo karibin bêyî ku şerek rû bide, kar bikin heta niha halê hazir nîne.”
Di dilê wî de heye êrişî her derê bike
Şahoz Hesen wekî din bi bîr xist ku hê civînê dewam dikir, dewleta Tirk bi top û hewanan êrişî Kobanê kir û wiha axivî: “Deverên QSD û gundên welatiyên sivîl lê bûn bombe kirin. Di vê mijarê de divê tu hêz û alî li dijî vê bêdeng nemîne, ev mijareke cidî ye. Divê gelê me li ku dibin bila bibin li dijî van gefan bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.
Halê hazir ji ber rewşa herêm û nelihevkirinên aliyan wê Erdogan nikaribe bi ya xwe li herêmê bike. Rewş ne li gorî dilê wî û daxwaza wî ye. Ji bo wê jî ew ê her fersendê bixwaze sûdê jê bigire û êriş bike û derbekê li tecrûbeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixe. Divê ev yek neyê jibîrkirin, em bînin bîra xwe çawa êrişî Efrînê kir, di dilê wî de heye êrişî her derê bike. Ji bo vê, dema rewş ev be di serî de divê em gelê Kurd gelên li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ku me sîstemeke azad û demokrat bi hev re avakiriye, em têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya Erdogan xurtir bikin û bidomînin. Divê berxwedana Efrînê ji her alî ve bi xurtir bê meşandin ku planên Erdogan bên pûçkirin.”