
Tevî ku alavên çandiniyê yên bipêşketî derketine jî hîn jî şêniyên navçeya Bilbilê parastina alavên kevin dikin û li herêmên çiyayî zeviyên xwe bi cotên li pişt hespan cot dikin û wan diajon. Li herêmê her wiha nalên hespan jî têne çêkirin, ji ber ku herêmeke çiyayî ye û kevirên wê jî hişk in û nalbendên baş divên ji bo hespên cot.
Nalên hespan ji hesin têne çêkirin û bi binê simên hespan ve mix dixin da ku lingê hesp ji kevir û erda hişk biparêzin. Çêkirina nalan li herêmê gelekî kevnar e. Nalbendî bi qasî hatiye piştrastkirin ji beriya zayînê di sedsala 6´an de dest pê kiriye.
Li navçeya Bilbilê welatiyê bi navê Reşîd Mustefa Xelîl ê 90 salî, beriya 69 salan dest bi çêkirina nalan kiriye û heta niha jî karê xwe didomîne; Lewma heta niha jî li herêmê bikaranîna hespan didome.
Kalepîrê bi navê Reşîd Mustefa got, ji sala 1948ʹan ve karê xwe yê çêkirina nalan didomîne. Mustefa 5 zarokên xwe fêrî çêkirina nalan kirin û got, da ku piştî mirina wî ev senet tine nebe wî ev kiriye.
Di çêkirina nalan de alavên hesin têne bikaranîn. Meqesê hesin bi hemû şekil û cûreyên wê yên têne xwestin, têne bikaranîn, nal 20 deqeyan li ser agir têne sincirandin û li gorî stûrbûna hesin di bin germahiyê de dimîne, paşê tê cemidandin û bi 6 bizmar yan jî 4 bizmaran bi binê simên hespê ve tê mixkirin.
EFRÎN