
NARÎN EMÎN / ARAS YÛSIF / ANHA / EFRÎN
Di tabloyên şêwekariyê de yên di pêşangeha şêwekariyê ya Navenda Çand û Huner a bajarê Efrînê de hatine pêşandan, taybetmendiyeke jinan wergirtibû. Di van tabloyan de rola jinên kedkar, rizgarkirina jinan ji qeydan û hevrûkirina jinên rojhilatî û rojavayî tên şîrovekirin.
Navenda Çand û Huner a bajarê Efrînê ya herêma Efrînê doh pêşangeheke şêwekariyê bi navê “Nalînek ji dûr ve hat” vekir.
Di pêşangehê de tabloyên cûda yên girêdayî kevneşopî û çanda Efrînê û taybetmendiyên jinan ku girêdayî ax û birêvebiriya wê di civakê de hatin pêşandan. Di vê çarçoveyê de hin tabloyên jinên kedkar ku di berbangê de bi alavên xwe yên çandiniyê berê xwe didin nav zeviyan, li rex wê tabloyên rizgarbûna jinan ji qeydan û tabloyên dilsoziya dayîkan bi zarokên xwe re hatine pêşandan.
Çandinî û jina Efrînê
Beşdara pêşangehê û çêkera tabloya jina ku bi alavên xwe yên çandiniyê ji nava zeviyên çandiniyê vedigere, Buharîn Ebdilmecîd di hevdîtinekê bi ANHA’yê re got, “Di xêzkirina tabloyê de min xwest ez taybetmendiya jinên kedkar ên Efrînê ku bi ax û darên zeytûnê ve girêdayî ne, bidim nîşandan. Nemaze jinên kedkar ên Efrînê ni karên çandiniyê tên nasîn.”
Di derbarê tabloyeke din a şêwekar Buharîn de ku tê de jinek destên xwe radike û nîşan dide ku ew ji qeyd û zincîran rizgar bûye, heye. Hunermend wiha behsa vê tabloya xwe dike: “Jin bi giştî û bi taybetî jinên Kurdan ji ber sîstema baviksalariyê bi hezar salan rastî tundî û êşkenceyê hatine, nemaze ji ber adetên civakî yên paşverûtî, di naveroka tabloyê de min xwest ku ez vîna azad a jinan bidim nîşandan ku li hemberî vê sîstemê li ber xwe dide û karibû di hemû aliyên jiyanê de hebûna xwe ferz bike. Rengê sor di tabloyê de nîşan dide ku ew rengê xwîna jinên fedekar e ku rastî kuştinê hatine, xaniyên biçûk jî yên di tabloyê de nîşana paşperdeya rastiya jiyana jinan, didin nîşan.”
Şikandina qeydên baviksalariyê
Li rex van tabloyan, hin tabloyên din hene û yek ji wan jineke bi cilên modern rûniştiye û zaroka xwe hembêz kiriye, derbarê vê tabloyê de jî Buharîn dibêje: “Ev tablo jî hezkirina dayîkan ji zarokên xwe re nîşan dide û li aliyê din ev tablo hevrûkirina di navbera jinên rojhilatî û rojavayî de ye.”
Di pêşangehê de her wiha tabloyeke bi rûyên du jinan ku bi zincîran hatine qeydkirin û çivîk di ser serê wan re difirin heye. Şêwekar û çêkera tabloyê Zîlan Silêman tabloya xwe wiha şîrove dike: “Min xwest bi rêya vê tabloyê rizgariya jinan ji qeyd û zincîran bidim nîşandan ku di dema bihurî de bi qeydên baviksalariyê dîl hatibû girtin û bi saya têkoşîna jinan êdî di hemû warên jiyanê de bi rola xwe ya sereke radibe û ji sîstema baviksalariyê hatiye rizgarkirin.”