
Duh em li hewara hevalekî xwe yê birîndar ve çûn. Bi bi 2 guleyan birîndar bibû. Wî nedizanî ji du cihên xwe birîndar bûye, ji ber ku tenê îşaret li jorê singê xwe dida ku birîne. Guleya didoyan li kêleka wî ketibû. Me karî em wî derman bikin û heta min lîtreyek ji xwîna xwe jî dayê.
Dayê, em niha li rojhilatê Kobanê ne… Navbera me û yên alên reş radikin de tenê bi sedan metre hene. Em guhdarê bêtêlên wan dikin, carnan em tiştekî ji wan fam nakin. Ji ber ku bi zimanên gelek cuda di peyivin, tenê em ji wan fêm dikin ku gelek ditirsin.
Em grûbekin û ji neh hevalan pêk tên. Di nava me de yê herî biçûk, nave wî Reşo ye û ji gundekî Efrînê ye. Li Girê Spî şer dikir û piştre hate gel me û tevlî grûba me bû. Yê piştre jî hevalê me Alan e û ji taxa Qidurbeg a Qamişlo ye. Tevlî şerê Serêkaniyê bibû û heya niha nizane ku temenê wî çende. Tenê dibêje, li derdora 20’an e. Ew xwedî zarokatiyekî gelek balkêşe, ji ber ku di zarokatiya xwe de nesekinî bû. Hê cihê kêran li ser bedena wî hene , gelek caran dikene û ji me re dibêjê, ev cihên kêran tevahî sedemê wê. evîn e keça cîrana bû.
Di nava me de yê herî mezin heval Dêrsime û ew ji Çiyayê Qendîlê hatiye. Hevsera wî li Amedê şehîd ketibû. Li pey xwe keçek jêre hiştiye û nave wê Hêlîn e. Dêrsim navê keça xwe li ser mile xwe nexşandibû û hê wî keça xwe nedîtiye.
Nexşeya kevin a Kurdistan…
Em niha di malekê de ne û dikeve keviyeke Kobanê. Em tiştekî li ser xwediyê wê nizanin. Hinek wêne li ser dîwarê malê hene, wêneyê bi temen û ciwanekî bi rîbanê reş ve hatiye xemilandin. Xuyaye ku miriye yan jî şehîde. Wekî din wêneyê rêberên Kurda Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî û Rêber Apo hene.
Wêneyekî din jî gelek balkêş li ser dîwar daliqandî ye. Ew jî nexşeyekî Osmaniyaye, gelek kevne û bawer dikim ku ya berî 4 çerxan e û li ser wê navê Kurdistan nîşankirine.
Jiyan bê qehwe jî xweş e
Ev demeke dirêje me qehwe venexwarye… Me derxist ku jiyan bê qehwe jî xweşe .
Bi rastî yadê ji te re bêjim ku min heya niha qehwekî wek ya te xweş venexwariye.
Em niha li vî bajarê aram de ne… Ti cara kesek nekuştine, zext li ti kesî nekirine. Berevajî di nava xwe de birîndar û koçberên Sûriyê yên ji bajarên xwe koçberbûne, hewandine.
Em niha li virin, ji bo parastina vî bajarê Misilman bikin, bi dehan mizgeft di nav de hene. Ji bo nekeve destê Tetar û Mexolan, em parastina wê û cihên wê yên piroz dikin.
Ezê werim te bibînim yadê!
Tenê heya ev şer xelas dibe. Ev şerê ku li ser me hatiye ferzkirin, misogere ku ezê werim te bibînim û hevalê me Dêrsim jî soz daye ku were te bibîne û piştre jî wê biçe Amedê û ji bo keça xwe bibîne.
Me teva bêriya malbatên xwe kirine, lê şer bêrîbunê nas nake.
Belkî ez neyêm!
Yadê wê demê baş bizanibe min gelek cara xeyal dikir ku ezê te bibînim, lê şans nebû hevalê min.
Ez zanim ku tê rojekî were Kobanê û tê li wê mala bigerê ya ku bûye şahidê roja min a herî dawî û mala ku wê bêhna min demeke dirêj biparêze.
Yadê ev mal dikeve aliyê rojavayê Kobanê. Hinek jê ji ber topên hawanan xerabûye, deriyê wê hêsine, rengê wê keske û tê de bi dehan kûn hene, ji ber ku bibû nîşana çekên suîqestan.
Sê pencereyên vê malê hene, tû wê li ser pencereya ku dikeve aliyê Rojava navê min bi pênûsekî sor bibînî.
Yadê li pişt vê pencereyê û dema min li tîrêjên rojê dinêriya yê ku di wan kunên fîşekan di textê pencerê de dabûn çêkirin, min kêliyên xwe yen dawiyê dijmart.
Yadê li pişt vê pencereyê Azad stranek ji dayîka xwe re di got… Dengê wî yê çiyayî gelek xweş bû, strana wî ev bû; “Lê dayê min bêriya te kiriye.”
Yadê min bêriya te kiriye!
Wergera ji Erebî: Bêrîvan Îsa