Ciwan tev polîtîkin
Namzeta ciwan Rezan Zogurlu piştî namzet hat nîşandan cara yekemîn axivî. Zogurlu, der heqê rêveberiyên herêmî û projeyên xwe de nirxandin kirin û nêrînên xwe anî ziman. Zogurlu diyar kir ku ew bi xwe namzeteke ciwan e û bi wê re girseya ciwanan jî wê di nav siyasetê de cih bigirin. Zogurlu têkildarî vê mijarê wiha got, “Li Kurdistanê mîna min bi hezaran ciwan hene. Li Kurdistanê zarokek biçûk jî xwedî sekneke polîtîk e. Ev sekn xwe bi jiyan û çandê xwe dide nîşandan.”
Malbatên berdêl dane
Rezan Zogurlu ya li gundê Fîsê ya yekemîn kongreya PKK’ê lê hat lidarxistin hat dinyayê, ji malbata wan 13 kes ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Ferdên din ên malbatê jî rastî zexta dewletê hatin. Zogurlu di vê mijarê de jî wiha got, “Malbata min berdêlên mezin da. Lê belê ev muqayesekirin ne rast e. Her malbateke me berdêl da. Her malbatê tevkarî li vê têkoşînê kir. Malbat û ferdên berdêl nedane nînin.” Zogurlu, diyar kir ku di hilbijartinan de wek BDP bi dirûşmaya, “Bi rêveberiya cewherî re ber bi nasnameya azad” wê gelê kurd bi pêvajoya nû re di rêveberiyên herêmî de bi awayekî aktîf beşdar bibe û wê pergala xwe bi xwe ava bike. Zogurlu der barê çima ji Licê bû namzet jî got, “Ez li Licê hatim dinyayê. Cihê ku kurd ji nû ve çêbûn. Avakirina xîmên jiyaneke azad hene. Ji bo ez jî çend keviran deynim min vir hilbijart.”
Ketim zîndanê
Zogurlu diyar kir ku wek ferdeke ji malbata Zogurlu ku di temenekî biçûk de PKK nas kir li ser jiyana wê bandoreke mezin çêkiriye û ew xusûs anîn ziman: “Li vî gundî û di nav wê malbatê de jiyan şekil da jiyana min. Çanda ku mirov di nav de mezin dibe girîng e. Ya ez anîm vê xalê jî ev bû.” Zogurlu di dewama axaftina xwe de diyar kir ku 13 mehên di girîgehê de derbas kir jî şekil daye jiyana wê.
Jina pergala serwer
Zogurlu, ligel xwendina xwe ya zanîngehê ku bi pirsgirêkên jinan re jî ji nêz ve eleqedar bû wiha got, “Tevgera jinê, dibe sedem ku jin xwe nas bike û vegere cewhera xwe. Di pergala serwerde jin xwe nas nake.”
Pirsgirêkên jin û ciwanan
Zogurlu, anî ziman ku di şaredartiyê de wê di çarçoveya rengê jin û hêza ciwanan de xebatan pêş bixin û projeyên xwe bi gel re bi rê ve bibin. Zogurlu got ku di şaredartiyê de rengê zimanê jinê û hêza ciwan esas bigirin, di meclîsan de jî wê tevlîbûna gel bingeh bigirin.
DÎHA/AMED