HERÊM QADIR / ROJNEWS/SILÊAMANÎ

Li parêzgeha Helebceyê ji bo çêkirina nanê Hewramî gelek kargeh hene û ji aliyê xelkê parêzgeha Helebce û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê ve jî gelek xwestek li ser vî nanî heye. Piraniya kargehan jî ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Lê xwediyên kargehên eşker dikin ku niha ji ber çend pirsgirêkan hilberîna nanê Hewramî kêm bûye.

Daxwaz ji gelek bajaran heye

Kargeha Nanê Hewramî ya Helebce ji aliyê jinekê ve hatiye vekirin û 6 heta 7 saetan karkerên jin têde kar dikin. Ji bo firotinê nanî çêdikin. Nanê çêdikin, didin supermarket û welatiyên Helebce. Herwiha dişînin ji derveyî Helebce jî weke bajarên Şarezûr, Silêmanî, Ranya, Koye û Hewlêrê.

Xwediyê Kargeha Nanê Hewramî ya li Helebce Nexşîn Namîq têkildarî karê ku dike axivî; li ser pirsgirêkên xwe rawestiya û got; “Min di sala 2015’an de dest bi vî kar kiriye. Di serî de min bi sê karkeran dest bi kar kir. Piştre bûn 28 kes. Ji ber çêbûna krîza aborî ya salên borî û ji ber nebûna bazarê û kêmbûna mişteriyan, hinek karkeran dest jê berda. Lê, niha 8 karkerên min hene û timî kar dikin.

Kargeh ji derveyî çêkirina nanê Hewramî, nanê ceh û nanê şikeva jî çêdike.

Hemdiye Sabîr a karkera kargehê got, rojane 240 nanî çêdikim.

Herwiha Xerîbe Mihemed a ji bo kirîna nan hatî kargehê got;”Nanê wan û karê wan gelek paqij û xweşike.