MIHEMED HESEN  -   ROJNEWS/RAPERÎN

Welatiya bi navê Şilêr a nişteciha bajaroka Haciawa ya girêdayî Raperîn e, ev 5 meh in nanpêjxaneyek vekiriye. Şilêr li vê nanpêjxaneyê nanê kilor (şikeva) ê Kurdî çêdike. Xwediya nanpêjxaneyê Şilêr li gel hevjînê xwe û çend xwendkarên jin ên mezûnbûne bi awayekî kolektîv dixebite.

Şilêr Ebubekir a 52 salî ku dibêje ew li malê ji ber bêkarbû, fikiriye ji bo debara malbata xwe nanpêjxaneyek veke û wiha behsa karê xwe dike, “Min nanpêjxane bi biryara xwe vekir. Di 15 saliya xwe de li cem dayika xwe fêrî çêkirina kilor bûm. Li malê bê kar bûm, rojekê min ji hevjînê xwe re got, eger hevkariya min bike dixwazim dikaneke nan û kilorên tenûrê vekim. Wî jî alîkariya min kir û ev 5 meh in, me dest bi vî karî kiriye. Em rojane 600-700 kiloran difiroşin.”

Şilêr bi vekirina vê nanpêjxaneyê ji bo çend xwendekarên jin ên mezûnbûne û betalin jî derfeta kar avakiriye û derbarê sedema girtina van xwendekaran a ji bo kar de dibêje, “Ji bilî min û hevjînê min, sê şagirtên min hene. Ji wan du keç xwendina xwe qedandine, lê hê nehatine tayînkirin. Em rojane çend kiloran amade bikin jî namînin.”

Du tenûr di nanpêjxaneyê de dixebitin û nanekî bi tahm derdixin. Şilêr dibêje, yên ji Hewlêr, Silêmanî û bajarên derve serdana Hacîwa dikin, tên nanê kilor ji gel wan dikirin û ev jî hêza wan a karkirinê zêdetir dike.