Nasir Yagizê yê li dijî tecrîdê 187 rojan kete greva birçîbûnê, bi minesebeta cejna remezanê serdana wargeha Mexmûrê kir.

Nasir Yagiz û şandeya li gel wî destpêkê çûn serdana Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ya ew jî li dijî tecrîdê 127 rojan di greva birçîbûnê de ma.

Li Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Nasir Yagiz û Fadîle Tok axaftinek kirin.

Nasir Yagiz di destpêkê de cejna remezanê li Rêber Apo û tevahî gelê wargehê pîroz kir û wiha got: “ Bi minesebeta cejna Remezanê me xwest ku em serdana wargehê bikin. Daxwaza Rêber Apo ya ku daxwaza azadiyê bû, me bi çalakiyên xwe ev yek bi serxist.”

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî xêrhatina Nasir Yagiz û şandeya li gel kir û cejna wan pîroz kir û got: “ Di serî de di keseyata pêşenga berxwedanê Leyla Guven û tevahî hevalên zindana û li gel wê jî Nasir dest bi berxwedanê kirin, di kesayeta wan de ez cejna Rêber Apo, tevahî gelê Kurd, şervanên ku di çeperan de li ber xwe didin pîroz dikim.

 

ROJNEWS/MEXMÛR