Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê şehîd bûbûn, eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan ji ber rewşa şer heta niha nekarîne nasnameya şehîdan ragihînin û wiha hate gotin: “Heta niha nasnameyên du hevalên xwe yên ku di Pêngava Yekem û Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de bi topbarankirina firokeyên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîdketine nekarî bidin. Niha em nasnameyên wan şervanên xwe eşkere dikin. Nasnameyên şervanên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Feda Welat
Nav û Paşnav: Orhan Qiço
Navê Dayîkê: Rece Elî
Navê Bav: Xesan
Cihê Jidayîkbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şahedetê:
Gundê Hec Xelîl/ Raco/Efrîn/4’ê Adara 2018
Nasnav: Helbest Xwînda
Nav û Paşnav: Usama Tayib Bêkes
Navê Dayîkê: Adîbe
Navê Bav: Tayib
Cihê Jidayîkbûnê: Hewlêr
Cih û Dîroka Şehadetê:
Çiyayê Hawar/Raco/ Efrîn / 3’yê Nîsana 2018