Komên ku ji xwe re dibêjin Dom li gelek deverên Kurdistanê hene1 û li wan deran bi navên curbicur wekî mitirb, qereçî, hwd. tên zanîn. Navê “Dom” li Bakurê Kurdistanê bêhtir bi saya belgefilma Halil Aygün belav bû û di ber re jî Dom ji gelek kesan re bûn meraq2. Lê niha jî ji gelek kesan we ye, ew komên ku dişibin Doman hemû Dom in3. Ew ne rast e û di vê gotarê de ez ê wê mijarê niqaş bikim û ji bo fêmkirina vê meselê ez ê perspektîfeke din pêşkêşî we bikim.


Her koma perîpatetîk Dom nîne 

Serê pêşîn, divê ez wê yekê diyar bikim ku tevahiya komên ku li Kurdistanê dijîn û jiyana wan dişibe ya Doman ji xwe re nabêjin Dom û zimanekî wan ê bi navê Domanî jî nîne. Jixwe, em dizanin ku hema hema li hemû deverên dinyayê komên wisa hene û tevahiya wan ne Dom in. Nexwe, şiklê jiyana wan a hevpar nikare bi koka wan ve girêdayî be û heke em bixwazin fêm bikin bê ka ew kom çima wekî hev in, divê em li ser wê tişta hevpar di navbera wan de bisekinin, yanî şiklê jiyana wan4. 

Ya rastî, ji şiklê jiyana wan ê hevpar pê de rastiyeke objektîf li ser wan koman di destê me de nînbe jî, ji ber du nêrînên berbelav, em dêhna xwe nadin wê rastiyê. Di serî de di peywenda siyasî ya Kurdistanê (û gelek deverên din) de konsepta etnîsîtê cihekî fereh digre û bi taybetî ji 10-20 salan vir û ve em fêr bûne li komên mirovan bi vê perspektîfê binêrin. Wekî din, jêmayiyên nêrîna neteweperwerî jî tê de xuya ye: Em kok, ziman, û erd bîngeha rêxistina (organîzasyon) komên mirovan hesêb dikin. Yanî divê kok, ziman û erdekî her komekê bixwe hebin. Ew nihêrîn hem bi tarîxa mirovatiyê ditewişe hem jî bi kêrî dîyarkirina dînamîkên karlêkirinê (interactional dynamics) ên di navbera komên mirovan de nayê, û ji lewma em gelek caran dikevine şaşiyê5.


Kategoriya ´cingene´ bi kêra pîvazekê jî nayê

Jê pê de, van rojan nihêrîna “koka hevpar” di lêkolînên li ser komên wekî Doman de cihê sereke digre û ji ber ku gelek lêkolîn li ser komên Romanan (bi înglîzî Romanî yan jî Roma) tên meşandin, tevahiya wan koman li bin bandora lêkolînên li ser Romanan dimînin. Ji ber ku “Romanbûn” bîngeha wan lêkolînan e, gelek caran komên din ên ku dişibin Romanan jî yan Roman yan jî “xwediyên” wan tên hesibandin. Wextê ku diyarkirina taybetmendiyên hevpar ên di navbera wan koman de hewce dibe, tiştê ku ji wan lêkolîneran biqede tenê ew e ku bibêjin ew kom tev de “cingene” (bi înglîzî Gypsy) ne. “Cingene” bi rastî konsepteke vala ye û hêza wê ya analîtîk qet nîne. Em hezar caran jî bibêjin ne bes e, “cingene” wekî kategorîyeke analîtîk bi kêrî pîvazekê nayê6 û bi tenê wan mirovên ku nîşanî wan dike ji aliyê yê ku diaxive biserve dike (objectify)7.

Ji aliyê zanistî ve, ew pirsgirêkeke gelekî mezin e. Em tim û daîm rastîyeke berçav bi tiştekî nahesibînin û xweber dibêjin “şiklê jiyana wan mirovan hewqasî dişibe hev, divê koka wan jî yek be”. Ew lêkolînêrên ku bi vê rastiyê hesiyan û lêkolînên xwe bi vî awayî meşandin jî mixabin li bin hêz û giraniya wan du nihêrînên ku min li jor eşkere kirin, pelçiqîne. Beriya ku ez nûveyên van lêkolînêran niqaş bikim, ez ê nimûneyekê pêş we bikim da ku em pê razî bibin ku “şiklê jiyana hevpar” û “koka hevpar” ne yek in û ya pêşî jî ji ya diduyan nayê.


Kelevajî ye ku em bibêjin Roman Abdal û Dom yek in 

Em li ser koçeran bibêjin. Wekî komeke sosyoekonomîk, koçer debara xwe bêhtir bi heywanên xwe dikin. Pezên wan hene û bihar û havinan bi deverinan de diçin ji bo ku pezên xwe biçêrînin. Ji ber wê, berhemên ku çêdikin bêhtir ajalî ne û ne çandinî (ziraî) ne. Yanî genim, pembû, hwd. naçînin. Têkîliyên navbera koçer û sîstema ekolojîk û ekonomîk ya ku koçer jî tê de ne, bi esasî li gorî pezên wan ava bûne. Jiyana ´yörük´ên Anatoliya Navîn jî kêm û zêde bi heman rengî ye. Vêca kê dîtiye ku kesek wêriyabe bibêje “koçer û yörük ji ên hev in, koka wan yek e”?

Nexwe, ew jî kelevajî ye ku em bibêjin Romanên li rojavayê Tirkiyeyê (yan li devereke din), Abdalên li Anatoliya Navîn, Dom, hwd. xwediyên hev in. Wekî min di serê gotarê de jî min gotibû, ew malbatên ku li herêma Torê ji wan re dibêjin mitirb û qereçî jî ne tev de Dom in. Vêca ew komên curbicur ê li hemû deverên dinyayê hene qey çawa dibin xwediyên hev? Nexwe, xuya ye ku ew tişta ku wan koman di çavên me de dike wekî hev, ne koka wan a hevpar e û em bi vê fikra xwe li ber fêmkirina wan koman ji xwe re astengiyê çêdikin.

Ew tişta ku me ji bo koçeran kir, ka em careke din ji bo komên wekî Doman bikin. Mesela, komên ku berê li Tor û Omeriyan digeriyan û ji wan re digotin mitirb û qereçî, qey wan debara xwe bi çi dikir? Wan koman bi taybetî xizmetên  curbicur digihandine amê (dêmanî) û koçeran, û hinik ji wan jî digeriyan yanî tiştin ji cem xelkê didane hev. Wextê em li bîngeha debara wan binêrin, xuya ye ku wan koman debara xwe bêhtir li ser mirovên din dikir. Bi rastî ew yek hevparîyeke wan a esasî ye û bîngeha jiyana wan a aborî ye jî.


Dom yek ji komên perîpatetîk in

Di antropolojiyê de çend navên komên wisa hene lê navê “perîpatetik” niha bêhtir tê bikaranîn8. Di vê peywendê de wateya perîpatetîk “ê ku ji bo karê xwe digerin” e. Taybetiyên bingehîn yên komên perîpatetîk ew in ku çavkaniyên esasî ku ji bo debara xwe bi kar tînin mirovên din in û ji bo ku xwe bigihînin wan mirovan, koçber in 9. Ka em bi kurtasî li karekî ku di nav komên perîpatetîk de berbelav e, mesela li dirankeriya berê binihêrin da ku em bibînin ew taybetî çawa bi hev ve girêdayî ne. 

Yekî diranker abora xwe bi çêkirina diranan dikir. Yanî xizmetek dida yekî ku ew xizmet pê hewce bû û ji dêvla keda xwe jî tiştekî bi qîmet jê distand. Bi gotineke din, diranker keda xwe bi wê xizmeta xwe diqulpande qezencê û di wir de çavkaniya wî jî mişteriyê wî bû. Vêca mirovekî ku diranên xelkê çêdikir qey di salekê de karibû çend diranan çêke? Heke mala wî li gundekî bûya û neçûba gelek gundên din, ma wî mirovî karibû nanê zarokên xwe bi vî karî tenê bîne? Na. Nexwe diranker diviyabû ku xizmeta xwe gihandibana mişteriyên xwe, yanî diviyabû ku bigeriya. Yanî, erd ji amiyan re û pez ji koçeran re çiqasî ferz bana, mişterî jî ji diranker re hewqasî ferz bûn. Xuya ye ku di vir de koçberiya perîpatetîkan ji wan re wekî çavkaniyekê ye û ji ber wê jî karên bi vî şiklî di nav perîpatetîkan de gelekî berbelav in10.

Wekî din eşkere ye ku mirov çiqasî bigere jî, nikare bi karekî wisa tenê debara malbatekê bike û ji ber vê yekê komên perîpatetîk gelek caran karên curbicur di ber hev re dimeşînin. Mesela, malbateke Dom a li herêma Torê, wextê hê di konan de bûn bêjing çêdikirin û difirotin gundiyan; diçûne civatan û henek, mesele û çîrok ji gundiyan re digotin; ê ku zanibûn li kemaçê bixin diçûne civat û dawetan; diçûne nêçîra roviyan û eyarê wan difirotin xelkê, hwd. Lê belê wan karan jî têra debara wan malbatan nedikir û ji bêmecaliya xwe digeriyan jî. Zekata xelkê didane hev û ew jî zivistanan dibû qûtê wan.


Bingeha "koka hevpar" qet nîne

Ji ber ku ev gotar yeke destpêkê ye, ezê niha wê niha  bi dawî bikim. Armanca min a di vê gotarê de ew bû ku bi nimûneya Doman ez nîşanî we bikim ku “koka hevpar” û “şiklê jiyana hevpar” ne yek in û divê em wan tevlîhev nekin. Bi taybetî derheqê komên perîpatetîk de bingeha niqaşên “koka hevpar” qet nîne û ew nêrîna me, me ji rastiya vê meselê dûr dixe. Heke me divê bi aqlê selîm li wan koman binihêrin û jiyana wan fêm bikin, xuya ye ku em divê li ser pratîkên sosyoekonomîk ên di navbera wan û komên din de jî bisekinin.


1. Bi rastî Dom li deverên din wekî başûrê Iraq û Sûriyê, Sûdan, Filistîn, hwd. jî hene.

2. Bi vê lînka ha hûn dikarin li belgefilma     “Dom” binihêrin: 

https://www.youtube.com/watch?v=CMmzxBFUamo

3. Mirovên ku di belgefilmê de ne, tev de ji malbateke ne. Li heman deveran malbatên din jî hene ku dibêjin peyva Dom jî di jiyana xwe de nebihîstine.

4. Bi “şiklê jiyanê” ez behsa çalakiyên mirovan ên aborî û tiştên din ên ku pê ve girêdayî ne dikim.

5. Gelek pirsgirêk di bikaranîna konsepta “etnîsîte” ya li warê sîyasetê de hene. Derheqê wê de beşa yekemîn a pirtûka Thomas Hylland Eriksen “Etnîsîte û Neteweperestî: Nêrînên Antrpolojîk” (1993) çavkanîyeke serfiraz e.

6. Brubaker û Cooper kategoriyên ku ji bo analîzên civakî û sîyasî de tên bikaranîn ji yên ku di nav pratîkên civakî û sîyasî de tên bikaranîn cuda dikin. Li gorî wan kategoriyên ku xelk bixwe di jiyana xwe de bi kar tînin û ên ku zanyar ji bo analîzên xwe yên civakî û sîyasî bi kar tînin ne yek in. (Brubaker and Cooper. 2000. ‘Beyond “identity”’. Theory and Society, 29: 1-47)

7. Ji loma, ew ne tiştekî ecêb e ku navên ku xelk li wan koman dikin tim û daîm wateyên kêmker dihewînin.

8. Ê ku dixwazin perîpatetîkan çêtir fêm bikin karin li wê meqeleya ha binêrin: Aparna Rao. 1987. The Other Nomads: Peripatetic minorities in cross-cultural perspective. Böhlau Verlag: Köln, Wien.

9. Komên ku debara xwe bi çandiniyê dikin, çavkaniyên wan ên esasî erd (ê ku bi kêrî çandiniyê tê) û av in. Ên ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin, çavkaniyên wan ên esasî jî pezên wan û çêrgeh (erdê ku mirov lê pezên xwe diçêrîne) in. Gerek em ji bîr nekin ku çavkaniyên wisa ti carî ne di destê perîpatetîkan de ne û bêyî destûra komên wekî yên li jor nikarin van çavkaniyan bi kar bînin.

10. Celakerî, çêkirina bêjing û moxilan, çerxkirina kêran, muzîkvanî, hwd. nimûneyên din ên karên wisa ne.


ARGUN ÇAKİR